NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa ku KNK ji ber 100 saliya Peymana Lozanê li dar dixe, di roja 2'yemîn de berdewam dike. 

Bi pêşengtiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 100 saliya Peymana Lozana ku Kurdistan kiriye 4 perçe, li Eywana Beaulieu ya li bajarê Lozanê konferans tê li dar xistin. Roja duyemîn a konferansê bi axaftina vekirinê ya Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamus dest pê kir. 

Piştre rûniştina yekem a konferansê dest pê kir. Konferans bi rûniştina bi navê "Rewşa jinan û têkoşînên wan" berdewam dike. 

Piştî rûniştinê dê mijara "Rewşa gelên Ermen û Asûriyan" bê nîqaşkirin. Di rûniştina piştî nîvro de jî, dê li ser navê "Li dijî encamên Lozanê têkoşîna 100 salî" panelek were lidarxistin. Konferans dê bi beşa "Biryar û deklerasyonê" bi dawî bibe.