ŞIRNEX - Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ji bo serdema nû ya perwerdehiyê dest bi qursên nû dike. Rêveberê komeleyê Muhyettîn Dûymak bang li her kesî kir ku xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. 

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ku bi salan e li navçeya Cizîr a Şirnexê xebatên ziman, çand û hunerê dide meşandin, li gel serdema nû dest bi qeydên perwerdehiya ziman û çandê kirin. Komele ne tenê li Cizîrê li navçeya Silopiyayê jî bi heman armancê dest bi perwerdehiyê dike. Li navçeyan qeydên qursên ziman, dengbêjî, tembûrê û def hatin destpêkirin. Serlêdanên qeydan jî bi giranî ji ciwanan pêk tê. Komele dê di vê hefteyê de sê polên ziman ê di asta yekemîn de veke û perwerdehiyê bide. Qadeke din a ku ciwan û jin herî zêde eleqeyekê nîşan didin jî dengbêjî ye. Der barê mijarê de ji rêveberiya komeleyê dengbêj Muhyettîn Dûymak axivî. 

Dengbêj Muhyettîn Dûymak

DI HER BEŞA ZIMAN Û ÇANDÊ DE DÊ PERWERDEHIYÊ BIDIN

Dengbêj Muhyettîn Dûymak ê ku perwerdehiya dengbêjiyê dide diyar kir ku li gel serdema nû wan qadên xwe yên perwerdehiyê berfireh kirine û wiha axivî: "Çand û ziman wekî xwarin û avê ye. Çawa ku av û xwarin ji mirovekî re pêwîst be, bê xwarin û av nebe, çand û ziman jî ew qasî ji mirov re pêwîst e. Ji ber ku mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin. Dema ku çand û ziman têk biçe, mirov jî wekî qalikê vala dimîne. Em ketine serdema nû û ji ber wê jî çend roj in ku qeydên me yên qursan dane destpêkirin. Di serdema nû de di asta zimên de heta asta mamostetiyê amadekariyên me hene. Her wiha em tenê bi Cizîrê re sînordar namînin û em ê Silopiyayê jî perwerdehiya zimên bidin. Her wiha di qada çandê de jî li ser dengbêjiyê, tembûr, def û şanoyê jî qeydên me hene. Bila jin, ciwanên me bên qeydên xwe çêbikin."

KOLAN BI KOLAN GIRÎNGIYA ÇAND Û ZIMAN 

Olan, TBMM Başkanlığına Kürt diline yönelik baskıyı sordu Olan, TBMM Başkanlığına Kürt diline yönelik baskıyı sordu

Dûymak da zanîn ku ew ê xebatên xwe yên ziman û çandê de bi Cizîrê re tenê sînordar nehêlin û wiha got: "Xwedîderketina li çand û ziman berpirsyariya her qadekî ye û bar dikeve ser milê her kesî. Pêwîst e ku her kes di vê qadê de xwe berpirsyar bibîne. Li dijî polîtîkayên qirkirina ziman û çandê divê ku em li ber xwe bidin û dem dema xwedî derketina li ziman û çandê ye. Em li hejmarê mêze nakin. Çend kes hebin û serlêdan bikin em ê perwerdehiya xwe bidin. Perwerdehiya me bi hejmareke diyarkirî sînordar nîn e. Em wekî xebatkarên komeleyê li vir li benda serlêdanan namînin, em li kolanan û taxan jî xebata xwe ya xwendekaran didomînin. Her hevalek li taxa vê xebatê dide meşandin. Ez bi xwe jî dengbêj im û perwerdehiya dengbêjiyê jî wekî mamoste ez ê bidim. Dengbêjî, mîrateya bav û kalên me ye. Me ev mîrate dewr girt û em niha jî dixwazin ku dengbêjên ciwan perwerde bikin. Em dixwazin ku her ciwanek ji dengbêjiyê sûd bigire. Niha pir eleqe heye. Banga me ji bo her kesî ye; bên qeydên xwe çêbikin û ji zimanê xwe û çanda xwe bêpar nemînin." 

MA / Zeynep Durgut

Kaynak: https://mezopotamyaajansi.net/kr/HEM-NCE/content/view/229580