AMED ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ: Êlih’te gazete dağıtımcısı Halil Adanır’ın vahşice katledilmesinin üzerinden 31 yıl geçtiğini belirten DFG, “Onlar Apê Musa’nın ‘Küçük Generalleri’ydi. Onlar özgür basının bugünlere gelmesi için çok emek verdi” dedi. 

Gazetecilerin bugün ifadesi alınacak Gazetecilerin bugün ifadesi alınacak

Dicle Fırat Gazeteciler Derneği, 21 Kasım 1992’de Êlih’te katledilen gazete dağıtımcısı Halil Adanır’ı andı. Özgür Gündem gazetesi dağıtımı yapmaya başlayan Halil Adanır’ın 32 yaşında, evli ve 5 çocuk babası olduğu kaydedilen açıklamada, “Batman’da taksicilik yapıyordu. Kent sakinleri tarafından sevilen, sayılan bir kişiydi. Özgür Gündem gazetesi, daha Mayıs ayında yayın hayatına başlamıştı. Yayın hayatına başladığı birkaç ay, çok sayıda baskı ve engellemeye maruz kalmasına yeterken, birçok bayi ve gazete satış büfesi gazeteyi satmaması için tehdit ediliyordu, kundaklanıp yakılıyordu. Artık gazeteyi bulmak neredeyse imkânsız halde iken Adanır, zor görevi üstlenerek, bayilerin satmaya çekindiği gazeteyi taksisiyle dağıtmaya başladı. Her türlü baskıya göğüs geren bu yaklaşım büyük takdir toplamış, birçok kişiye de cesaret verirken, gazete dağıtımında daha bir ayı dolmamışken 21 Kasım 1992 günü saat 14.00 sıralarında 3 kişi müşteri olarak taksisine bindi. Eski cezaevi yakınlarında Halil Adanır’ı bayıltan kişiler, arabayı içindeki Halil Adanır’la birlikte benzin dökerek yaktılar” denildi.  

‘EN AĞIR YÜKÜ SIRTLADILAR’

DFG yaptığı açıklamada, “Onurlu gazetecilikten bahsederken, ilk anılması gerekenler elbette bu uğurda canını feda eden basın şehitleridir. Basın şehitlerinden söz ederken, belki de zaman zaman çokça ihmal edilen bir kesim var ki onlar da gazete dağıtımcılarıdır. Oysaki gazetecilerin topluma gerçekleri ulaştırma çabası içerisinde en ağır yükü onlar sırtlamışlardır” diye belirtti. 

1990’lı yıllarda gazete dağıtımcılarının amansız bir mücadele verdiği vurgulanan açıklamada, şu ifadeler yer aldı: “Gazetecilerin bir bir sokak ortasında katledildiği, gazete bürolarının bombalandığı, gazetecilerin türlü yollarla engellenmeye çalışıldığı; JİTEM’in, kontr-gerillanın, Hizbi-kontraların kol gezdiği bir süreçte öyle içten, öyle derinden, öyle fedakârca bir görev ve sorumluluk altına girdiler ki, bugün dahi onları anarken aslında kelimelerin ne kadar kifayetsiz kaldığını açık bir biçimde görmekteyiz. Kasım ayı katledilen gazete dağıtımcılarının ayıdır aynı zamanda. Bu ay içerisinde tam 5 dağıtımcı arkadaşımız katledildi. Bu dağıtımcılardan biri de 21 Kasım 1992 tarihinde Batman’da katledilen Halil Adanır’dı. 

FAİLLERİ BELLİ

Halil Adanır’dan sonra dağıtımcılara yönelik saldırıların ardı arkası kesilmedi. Halil dışında 9 Kasım 1993’te Adil Başkan, 19 Kasım 1993’te Kadir İpeksürer, 27 Kasım 1993’te Adnan Işık ve 27 Kasım 1998’de Nihat Yakut uğradıkları saldırılarda katledildiler ve Kasım ayının şehit dağıtımcıları arasına girdiler. Kasım ayı dışında sırasıyla Kemal Ekinci, Lokman Gündüz, Orhan Karaağar, Teğmen Demir, Haşim Yaşa, Yusuf Karaüzüm, Zülküf Akkaya, Yalçın Yaşa, Mehmet Sencer, Musa Dürü, Zühal Tepe, Hıdır Çelik, Hasan Aydın, Metin Alataş ve son olarak Kadri Bağdu, aslında faili belli ancak devlet tarafından korunan kişiler tarafından katledildiler.

ÖZLEMLE ANIYORUZ

Özgür basın geleneğinin oluştuğu 90’lı yılların başında ilk katledilen dağıtımcı olan Halil Adanır’dan, son katledilen gazete dağıtımcısı olarak tarih sayfalarına yazılan Kadri Bağdu’ya kadar katledilen 18 dağıtımcı arkadaşımızın her biri elbette ki ayrı bir kahramanlık öyküsünün neferleri. Onlar Apê Musa’nın ‘Küçük Generalleri’ydi. Onlar özgür basının bugünlere gelmesi için çok emek verdi. Emek vermekle kalmadı, bu uğurda canlarını verdiler. Hepsini bir kez daha saygı ve özlemle anıyor, anılarına bağlılığımızı yineliyoruz.”

Dema mirov qala rojnamegeriya bi rûmet bike, bêguman yên ewil bên bibîranîn, şehîdên çapemeniyê nin ku di vê rêyê de canê xwe feda kirine.  Dema em qala şehîdên çapemeniyê dikin, dibe ku hin kes car caran pir tên paşguhkirin, ew jî belavkarên rojnameyan e. Lê di rastiyê de yên ku bi gihandina rojnameyan rastiyan digihînin civakê, her wiha barê herî giran dane ser pişta xwe, esil ew bi xwe ne.

Dema em li salên 90’î dinerin, yên bi rastî jî ketine nava têkoşînek bêsînor û di têkoşîna bi rûmet de li refên herî pêş cihê xwe girtine belavkarên rojnameyan ku wek ferdên berxwedêr ya artêşa çapemeniya azad in. Dema rojnameger yek bi yek li naverasta kolanan dihatin qetilkirin, buroyên rojnameyan dihatin bombekirin, rojnameger bi rê û rêbazên cuda dihatin astengkirin, dema ku JÎTEM’ê,  kontr-gerilla û Hizbi-kontra li kolanan serbest digeriyan, wisa ji dil, wisa bi can û bi fedekarî erk dan ser mile xwe û ketin bin berpirsiyariyê. Îro dema em wan bibîr tînin, em dibînin ku peyv têra vegotinê nake.

Meha mijdarê di heman demê de meha belavkarên hatine qetilkirin e. Di vê mehê de 5 hevalên me yên belavkar hatin qetilkirin. Yek ji van belavkaran jî Xelîl Adanir ê di 21’ê Mijdara 1992’an de li Êlihê hat qetilkirin e. Adanir, di heman demê de yekemîn belavkarê rojnameyê yê hatiye qetilkirin e. Îro hem ji ber salvegera qetilkirina Xelîl Adanire û hem jî di vê mehê de gelek belavkarên rojnameyê hatine qetilkirin, me xwest hemû belavkarên ku ji aliyê hêzên tarî ve hatine qetilkirin bibîr bînin.

Xelîl Adanir dema dest bi belavkariya rojnameya Ozgur Gundemê kir, 32 salî û bavê 5 zarokan bû. Li Êlihê ajokariya texsiyê dikir. Ji aliyê gelê Êlihê ve dihat hezkirin û rêz jêre dihat girtin. Rojnameya Ozgur Gundemê hêj nû di meha Gulanê de dest bi weşanê kiribû. Di çend mehên ku dest bi weşanê kir de, gelek caran rastî astengiyan hatibû. Ji bo ku rojnameya Ozgur Gundemê nefiroroşin, gef li gelek bayîyên rojnameyan xwaribûn û bufe dişewitandin.

Êdî dîtina rojnameyê hatibû astek pir zor. Di pêvajoyek wisa de Xelîl erkek zor da ser mile xwe û rojnameyên ku bayîyan nikarîbû bifirotana, bi texsiyê li kolan û taxan firot. Vê nêzîkatiya Xelîl ku li gel zext û tundiyê dest bi firotinê kir, ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît.

Hêz û wêrekî da gelek kesan. Lê qatilên ku çavên wan sor bûbûn, bêtir hêrs bûn.

Hêj mehek nebû dest bi belavkariya rojnameyê kiribû. Di 21’ê Mijdara 1992’an de saet di 14.00’ê esir de 3 kes wekî rêwî li texsiyê suyar bûn. Van kesan li nêzî Girtîgeha Berê Xelîl Adanir bêhiş xistin û tevî erebê bi benzînê şewitandin. Bi hovîtî Xelîl qetil kirin. Xwestin bi vê hovîtiyê hemû xebatkarên rojnameyê û xwîneran çavtirsanî bikin.

Piştî kuştina Xelîl Adanir, êrîşên li dijî belavkaran zêde bûn. Piştî kuştina Xelîl di 9’ê mijdara sala 1993’an de Adil Başkan, di 19 ‘ê mijdara 1993’an de Kadîr Îpeksurer, di 27’ê mijdara 1993’an de Adnan Işik û di 27’ê mijdara 1998’an de Nihat Yakut kirin hedefa xwe û ew qetil kirin. Tev li belavkarên şehîdên meha Mijdarê bûn. Piştî meha mijdarê bi rêzê Kemal Ekîncî, Lokman Gunduz, Orhan Karaagar, Tegmen Demîr, Haşîm Yaşa, Yusuf Karauzum, Zulkuf Akkaya, Yalçin Yaşa, Mehmet Sencer, Musa Duru, Zuhal Tepe, Hidir Çelîk, Hasan Aydin, Metin Alataş û herî dawî Kadri Bagdu. Di rastiyê de faîlê gelekan diyar e. Ji aliye kesên ku dewlet wan diparêzin ve hatin qetilkirin.

Di serê salên 1990’î ku kevneşopiya Çapemeniya azad pêş ket. Ji yekem belavkarê hat qetilkirin Xelil Adanir bigere heta rojnamegerê herî dawî hat qetilkirin Kadri Bagdu ku li rûpelên dîrokê hat nivîsandin, 18 hevalên me yên belavkar her yek bêguman xwedî çîrokek lehengiyê ne. Ew “Generalên biçûk” ên Apê Musa bûn. Wan ji bo kevneşopiya çapemeniya azad bê van rojan ked û bedelên pir giran dan. Tenê ked nedan, div ê oxirê de canê xwe dan. Em careke din hemûyan bi hürmet û hesret bibîr tînin. Em girêdana xwe ya bîranînên wan nû dikin û dubare dikin.

KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DİCLE U FIRATE (DFG)

Editör: Hamza Özkan