AMED - Hejmara 195’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Berhema 12’ê Îlonê” derket. 

Rojnameya Xwebûnê ya heftane di hejmara 195'emîn de bi manşeta "Berhema 12'ê Îlonê" derket. Rojnaem di manşeta xwe de cih daye nêrînên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê 12’ê Îlonê û AKP’ê de. Der barê mijarê de Nivîskar Zana Welat li ser nêrişên li dijî Ocalan ên der barê mijarê de nivîsandiye û her wiha Serokê Komelaya 78’an a Amedê Ahmet Ertak jî der barê 12’ê Îlonê de ji rojnameyê re axiviye. 

Di surmanşetê de jî rojnameyê cih daye nûçeya ku der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk re hatiye çêkirin.

Di rûpelê jinê de jî li ser salvegera kuştina Jîna Emînî û berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye rawestandin.

Di rûpelê 3’yan de jî der barê polîtîkayên îşkenceyê û zilm û zordariya ku li jin û zarokan tê kirin de Rêvebera Şaxa OHD’ê ya Amedê Zeynep Karayilan û Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz re nûçe hatine amadekirin. 

Di rûpelê 6-7’an de jî hevserokê DFG’ê Serdar Altan li ser zextên li ser rojnamegeran û Zinar Ronî jî li ser girîngiya rêxistinbûnê ya li dijî êrişan nivîsandine. 

Di rûpelê kirmanckî yê rojnameyê de jî li ser êriş û zextên desthilata AKP-MHP’ê yên li rojava û başûrê Kurdistanê yên li dijî kurdan hatiye rawestandin. Di rûpelê çandê yê rojnameyê de jî çîroka feqî û dengbêjê biçûk ê bi navê Mûhammed Taha Erkan hatiye nivîsandin.