ÊLIH - Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Ramazan Bîlmez ragihand ku 53 jê zarok 71 kes atolyeyên wan ên kurdî kuta kirine û bang kir ku kurdî li hemû qadên jiyanê bê axaftin. 

Di atolyeyên kurdî yên Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê de 71 xwendekaran perwerdehiya xwe ya asta yekemîn temam kirin. Atolyeya perwerdehiyê ku di 22'yê mijdara 2022'yan de dest pê kiribû, ji ber erdhejê hatibû taloqkirin. Paşê atolyeya perwerdehiyê ji cihê mayî dewam kiribû û 53 jê zarok 71 kes asta yekemîn temam kirin. Di nava xwendekaran de yên temenê wan 3 û mamosteyên ku ji Bûrsa û Gîresûnê tayînî bajêr hatine kirin jî hene.

Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Ramazan Bîlmez, bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî û got ku armanca wan berbelavkirina perwerdehiya bi kurmancî ye. 

Bîlmez diyar kir ku di 22'yê mijdara 2022'yan de 3 pol vekirine û wiha got: "Me ji bo yên 3-5 salî, 6-8 salî û mezinan 3 pol vekirin. Li van polan dersên muzîk, wêne, şano û felsefeyê hatin dayîn. Me di vê qadê de 71 kes mezûn kirin. Me belgeyên wan dan wan. Pêvajoyeke xweş bû. Kelecan û xwestekeke mezin hebû. Di nava beşdaran de zarokên 5 salî û mamosteyên ku ji bajarên rojavayê tayînî vir hatine kirin jî hebûn. Armanca van mamosteyan ew e ku ji xwendekarên xwe fêm bikin. Ev gaveke girîng e." 

DIVÊ LI HER DERÎ BÊ AXAFTIN

Bîlmez destnîşan kir ku divê kurdî li hemû qadên jiyanê bibe zimanê perwerdehiyê û got ku armanca wan ew hejmara beşdaran zêde bikin. Bîlmez, wiha domand: "Em hewl didin ku kurdî neyê jibîrkirin. Em li gorî hejmara serlêdanan polan vedikin. Perwerdehiyên me dê bidomin. Ên dixwazin hîn bibin dikarin serî li sendîkayê bidin." 

Bîlmez bilêv kir ku divê kurdî li kuçeyê, malê, çarşiyê, saziyên fermî û her derî bê axaftin û got ku ji bo kurdî nekeve nava zimanên ber bi mirinê ve berprisiyarî dikeve ser milê me hemûyan. 

MA / Fethî Balaman