AMED - Hejmara 193’emîn a rojnameya Xwebûnê ku hefteyê carekê derdikeve, bi manşeta “Aştî Nefesa Gelan e” derket pêşberî xwînerên xwe. 

Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê di manşeta xwe de cih daye  pêvajoya şer û aştiya cîhanê û rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê. Rojname li ser hewldanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên aştiyê ku ji salên 1993’yan heta niha didome rawestiya. Rojnameyê vê hefteyê li ser girîngî, wate û têkoşîna ji bo aştiyê bi parazvanê mafê mirovan Akin Bîrdal re hevpeyvîn kiriye.

Rojnameyê di surmanşetê de cih daye armanc û amadekariya Konferansa Jinan a Neteweyî. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Calagan li ser pêvajoya konferansê agahiyên berfireh dane.

Dîsa bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran re axivî ye. Kiran li ser têkoşîna dayikan a ji bo aştiyê û helwesta dewletê ya li dijî dayikan vegotiye. 

Di rûpelên 6’an de cih daye armanca serdana Hakan Fidan a başûrê Kurdistanê û geşedanên piştî serdanê pêk hatine. Di heman rûpelê de cih daye xebat û têkoşînên jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Ji gelek welatên ereb jin beşdarî Konferansa Tecrûbeyên Jinan a Lubnanê bûbûn. Jinan ji bo azadiya Ocalan biryarên girîng girtin e. 

Nivîskarê Rojnameyê Ramazan Olçen jî di quncikê xwe de qala serdana Wezîrê Tirkiyeyê Fidan a Iraqê û helwesta hevkarên wî yên li başûrê Kurdistanê dike.  

Rojname di rûpela 8’an de li ser dîroka aştî û şer û encamên şer rawestiya ye.  Dîsa cih dide şerê li Kurdistanê û li dijî vî şerî hewldanên gelê kurd ên ji bo aştiyê. 

Di rûpela kirmanckî ya rojnameyê de qala şerê li çiyayê Kurdistanê dike. Nivîskar Tekîn Agacik jî di heman rûpelê de şer û aştî kiriye mijara quncikê xwe.