NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara Rojnameya Xwebûnê ya 204’an bal kişand ser têkoşîna ciwanên cîhanê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û manşeta “Ji bo azadiyê bi biryar in” derxist pêş. 

Hejmara 204’an a Rojnameya Xwebûnê derket. Rojnameyê vê hefteyê têkoşîna ciwanên cîhanê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derxist pêş bi manşeta “Ji bo azadiyê bi biryarin” derket. Rojnameyê biryarên di konferansa Yekîtiya Ciwanên Cîhanê ya ku li Parîsê pêk hat û diyarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir bibîr xist û cih da nirxandrina endama Komîteya Amadekar a Almanyayê Jana Frîcke. Frîcke di rojnameyê de çavdêriyên xwe yên konferansê parve kir û destnîşan kir ku ciwan ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi biryar in. 

'XWEDÎ DERKETINA LI ABDULLAH OCALAN XWEDÎ DERKETINA LI AZADIYA JINAN E' 

Rojnameyê di manşetê de cih da nirxandinên Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Aynûr Sarica jî. Sarica bal kişand ser Meşa Azadiyê û got ku bi gelek saziyan re xebatên wan ên meşê didomin. Sarica, diyar kir ku pergal herî zêde ji jinên azad ditirse û wiha got: “Jina azad bifikriyata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat avakirin. Ji ber vê yekê ye ku herî zêde jin li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Di vê wateyê de xwedîderketina li Abdullah Ocalan xwedî derketina li azadiya jinan e.”

'TECRÎDA LI SER ABDULLAH OCALAN SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE'

Rojnameyê dîsa di manşetê de nuçeya kirmanckî ya bi Parlamenter Beppe Savary-Borîolî re derxist pêş. Bappe Savary-Borîolî bal kişand ser tecrîdê û got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûcê mirovahiyê ye. Ocalan li dijî tecrîdê şerekî mezin dide. Ji bo Ocalan têkoşîna xwe bidomîne, pêdivî bi piştgiriya me heye.” 

126 yıldır süren direniş geleneği 126 yıldır süren direniş geleneği

'RÊVEBERIYA XWESER NE CIHÊ ŞERÊ HÊZÊN DESTHILATDARAN E' 

Rojnameyê hevpeyvîna bi Endama Konseya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif re jî derxist surmanşetê û sernavê “Rojava ne cihê şerê hêzên desthilatdar e” derxist pêş. Foza Yûsif êrîşên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Foza Yûsif, destnîşan kir ku bi armanca hilweşandina Rêveberiya Xweser Tirkiye êrîşên herêmên wan dike. Foza, ji bo şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de jî bi lêv kir ku di ser Îranê de bandor li herêmên wan jî dibe û got ku Rêveberiya Xweser ne cihê şerê hêzên desthilatdaran e. 

    

Kaynak: http://mezopotamyaajansi.net/kr/HEM-NCE/content/view/224016