NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 202’yan a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Çareseriya ji bo şerê Îsraîl û Filistînê: Konfederalîzma Demokratîk” derket.

Rojnameya Xwebûnê ku weşana kurdî dike û hefteyê carekê wekî kaxiz tê çapkirin, hejmara xwe ya 202’yemîn çap kir. Rojname vê hefteyê bi manşeta “Çareseriya ji bo şerê Îsraîl û Filistinê: Konfederalîzma Demokratîk” derket pêşberî xwînerê xwe. Nivîskarên rojnameya me Adar Gulan û Felemez Ulug di nivîsên xwe yên hefteyê de bal kişandin ser meselaya şerê li Rojhilata Navîn û çareseriya Konfederalîzma Demokratîk ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşnîyar kiriye. Adar Gulan ku nivîskara rûpela jinê ye, bi sernavê “Çareserî nexşe-rêya Rêber Abdullah Ocalan e” bal kişand ser pêşdîtina Ocalan û diyar kir paradîgmaya netewe û konfederalîzma demokratîk a Rojhilata Navîn ku Abdullah Ocalan bi pêş xistiye dikare pirsgirekan çareser bike.

JI BO PÊŞXISTINA ZIMANÊ KURDÎ STRATEJIYEKE HEVPAR AVA BIKIN

Nivîskarê polîtîkayê Felemez Ulug jî bi sernavê “Xweşkanî AKP û Hamas hevkarên hev ên îdeolojîk in” diyar kir ku pirsgirêka netewe-dewletê di bingeha nakokiyên Rojhilata Navîn ên mîna Îsraîl-Filistîn, pirsa kurd û şerê navxweyî yê Sûriyeyê hene û ev tişt got: “Ji bo çareseriya pirsgirêkan dema mirov li pirrengiya etnîkî û olî ya li Rojhilata Navîn dinêre rêya herî guncaw weke konfederalîzma demokratîk derdikeve pêş. 

Rojnameyê di rûpela hevpeyvînê de jî cih da nirxandinên Hevserokê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan. Bakirhan di hevpeyvîna bi sernavê “Ji bo kurdî banga li  Partiyên kurd: Werin em stratejiyeke hevpar ava bikin” de diyar kir ku peywira pêşxistina zimanê kurdî ne tenê peywira partiya wan e û bang li hemû partiyên kurd kir ku ji bo pêşxistina zimanê kurdî stratejiyeke hevpar ava bikin. 

'BIRÊZ OCALAN MUXATABÊ ÇARESERKIRINA KÊŞEYA KURDAN E

Bakirhan di hevpeyvînê de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û got: “Tecrîda ku îro tê meşandin ji ber girîngî û rola birêz Ocalan e. Her wiha; 1) Birêz Ocalan muxatabê çareserkirina kêşeya kurdan e. 2) Ji bilî hevdîtin, çareseriyê, muzakereyê tu rêyeke din li peşiya Tirkiyeyê nîne. Hemû rêyên din krîz in, qeyran, hilweşîn û kambaxî ne. 3) Bê Ocalan tu hêz nikare Tirkiyeyê ji rewşa îro derxîne. Di pêvajoya çareseriyê de me hemûyan dît ku jiyaneke azad, wekhev û demokratîk dikare ava bibe. Ev ne xeyalek e. Lê desthilatê pêvajoya çareseriyê ji holê rakir. Ji ber ku desthilatê çareserî ji bo hebûn û desthilatdariya xwe wekî talûke dît. Yanê ji bo serweriya xwe bidomîne civak avêt nav agir, Tirkiye ber bi hilweşinê ve bir. Lewma ev bi salan e tecrîda giran li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan dimeşînin. Tecrîd ji wir berbelavî hemû Tirkiyeyê bû û niha her kes di bin tecrîdê de ye. Tecrîd ketiye heta hundirê malên me. Heta ev tecrîd bi dawî nebe tu kes nikare qala demokrasiyê bike, tu kes nikare azad bibe. Tecrîd tenê meseleya birêz Ocalan nîne, meseleya pêşeroja Tirkiyeyê ye, meseleya çareseriya pirsgirêkên bingehîn e.” 

Rojnameyê dîsa bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê jî cih da dosyaya Kobanê. Nivîskarê me Serdar Altan bi sernavê “Berxwedana sedsalê ya bi xwînê neqişandin: Kobanê” cih da pêvajoya şerê li Kobanê û berxwedana kurdan a li dijî DAIŞ’ê û hêzên navdewletî. 

Her wiha rojnameyê di rûpela Kirmanckî de cih da analîza nivîskar Xido Kokim a bi sernavê “Lejî dîktatoran seveknenê” û got: “Kurdistan û Gazze de sivîlî kişîyenê. Tirkîya û Îsraîl polîtîkaya qirkere anê ca. Sere de Amerîka welatê rojawanî paştî danê dîktator û kolonyalîstan. Paştîdayîşo gemarin şaranê bindestan rê bendeyîye ferz keno.”