Paris'ten, yaşlı hatıralarla... Paris'ten, yaşlı hatıralarla...

Nivîskarê malpera Rojnameya Welat Tayip Temel bi sernavê “Dema Zimanê Kurdî” gotarek nivîsî. Temel, di gotara ku li ser malpera Welat weşand, bal kişand ser rol û rista zimanê kurdî.
Gotara Temel a “Dema Zimanê kurdî” wiha ye:
Ziman bi awayekî giştî hîm û stûna bingehîn a xweser a neteweyekê ye. Ji bo wê neteweyê ne tenê amûrekî ragihandinê yan jî danûstendinê ye. Ji wê girîngtir hemû serboriya wan a dîrokî, civakî, çandî, jiyanî, ramanî, hestî, bîrdozî, polîtîk û hwd. di nava xwe de dihewîne.
Zimanê neteweyekê çend pêşketî be jiyana wê jî ewqas pêşketî û watedar e. Herwiha, ziman hêmaneke bingehîn a netewesaziyê ye; xwedî rist û peywireke damezirîner û sazkar a xweser e.
Di avakirina nasnameya neteweyî de, ziman beriya her tiştî wek cewhera saf a gelekî û paşxaneya xwebûnî ya neteweyekê tê qebûlkirin; lewre tiştên li dor neteweyê bi neteweyê re tên avakirin, bi taybetî jî li ser wê cewhera xwebûnî ya neteweyî tên danîn. Ji bo wê jî di avakirina nasnameya neteweyî de ziman hem wek hêmana bingehîn a neteweyê, hem jî wek alaveke sereke ye.
Ziman, di mijara civak, jiyan, çand, huner, wêje û hemû nirxên din ên neteweyî de diyarker e. Ji gelek milan ve reng û dirûvên wan diyar dike. Herçend di avakirina nasnameya neteweyî de rist û misyona zimên ya bingehîn û damezirîner hebe jî, ziman ji têgiha neteweyê wêdetir e. Helbet ev rastî ji bo neteweyeke wek kurdan ku bi sedan sal e hewl tê dayîn ku ji holê bê rakirin û ji ber vê yekê jî herî zêde zimanê wê rastî êrişan tê zêdetir berçav e.
Zimanek ji bo neteweyekê çi be zimanê kurdî jî ji bo neteweya kurd ew e, heta rist û girîngiya mijara zimên ji bo kurdan ji ber gelek sedemên ku tên zanîn gelek zêdetir e. Beriya her tiştî, bi taybetî ji destpêka hewldanên tunehesibandin, pişaftin û jiholêrakirina kurdan zimanê kurdî ji bo kurdan hêmaneke bingehîn a parastina hemû nirxên wan a neteweyî ye.
Zimanê kurdî risteke girîng û berpirsyariyeke mezin dihewîne di vê qonaxa avakirina nasnameye kurd a xweser de. Ne tenê di avakirinê de, di bihêzkirin, xurtkirin û dewlemendkirina nasnameya kurdewar de jî zimanê kurdî hêmaneke xurt e. Gelek hêmanên din ên kurdewar bi vê hêmana bingehîn ve têkildar in û ji gelek aliyan ve hêz û çavkaniya xwe ji wê digirin.
Zimanê kurdî tenê hebûna nasnameya neteweyî naparêze û ava nake, di heman demê de reng û karakterê xwe dide wê neteweyê. Dema ku mirov li dîroka zimanê kurdî dinihêre vê rastiyê dibîne. Ji bo wê têgeha zimanê kurdî, wek neynika serencama têkoşîna hebûn, avakirin, parastin û pêşxistina nasnameya neteweyî ya kurdan e û teşe û dirûvê neteweya kurd ji gelek milan ve diyar kiriye/dike.
Bêguman, ji ber rastiyên ku me li jor destnîşan kirine divê em aşkera bikin ku, zimanê kurdî, parçeyekî têkoşîna neteweyî ya kurdan e. Ev peywendiya xwezayî hê jî berdewam e û yek bê ya din nabe. Ne zimanê kurdî bê neteweya kurd, ne jî neteweya kurd bê zimanê kurdî dikare wek xwe bijî. Bi vê têkildar rastiyeke din ew e ku avakirina pergaleke civakî û polîtîk a azad û demokratik a neteweya kurd bêyî zimanê kurdî nabe. Hîm û stûna herî bingehîn a statuya kurdan a neteweyî zimanê kurdî ye. Bidestxistina statuya zimanê kurdî pêngava herî mezin a bidestxistina statuya polîtîk a neteweya kurd e. Ji ber vê yekê têkoşîna ji bo zimanê kurdî herçiqas parçeyekî têkoşîna neteweyî ya kurdan e têkoşîneke diyarker e û di asta herî jor de bandoreke bingehîn li ser hemû qadên têkoşînê dike.
Dema ku em van rastiyan li ber çavan digirin di roja me de ji bo kurdan û têkoşîna kurdan a rizgarî û azadiyê rist û girîngiya zimanê kurdî xwe çêtir dide der. Helbet têkildarî vê rastiyê rist û girîngiya têkoşîna ji bo zimanê kurdî ji her demê zêdetir di roja me de diyar dibe. Ji ber vê yekê kurd di encama vê zanebûnê de, van salên dawiyê ligel ewqas êrişên desthilatdaran ên li ser zimanê kurdî zêdetir hewl didin ku têkoşîna ji bo zimanê kurdî li her derê bilindtir û xurtir bikin…
Vê yekê îsal, bi taybetî li bakurê Kurdistanê û li gelek bajarên Tirkiyeyê yên kurd lê dijîn û di parlementoyê de, di pêşengiya Partiya DEM’ê de, di gelek çalaki û xebatên cur bi cur ên bi boneya 21’ê sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî û bi dirûşma ‘Dem dema zimanê kurdî ye’ de bi awayekî şênber xwe da der. Di hemû xebat û çalakiyan de tiştê ku derketiye pêş daxwaza kurdan a bidestxistina statuya zimanê kurdî, fermîbûna zimanê kurdî, perwerdehiya bi kurdî û serbestiya kurdî ya li her qadê bû. Bêguman herî kêm qasî wê bang û gaziya bilindkirin û xurtkirina têkoşîn û xebatên kurdî û li her qadê bikaranîna kurdî ya ji aliyê kurdan ve jî deng veda. Diyar ev deng dê ji niha pê ve li her derê zêdetir deng ve de û renge xwe bide her derê.
Çavkanî: https://rojnameyawelat6.com/author/tayiptemel/

Kaynak: https://xwebun.org/dema-zimane-kurdi/