ÊLIH - ARÎ-DER belgename da 95 kursiyerên ku perwerdeya ziman temam kirine. Hevserokê ARÎ-DER'ê Mazlûm Buksel anî ziman ku ew dê ziman belavî her qadekî jiyanê bikin û bi vî awayî dê pêşî li  astengiyên ziman bigirin. 

Xebatên perwerdeya zimanê kurdî yên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) a li Êlihê berdewam dikin. Komeleyê, di serdema 2021-2022’yan de belgenameyê da 95 kursiyerên ku perwerdeya zimanê kurdî qedandine. Di vê pêvajoyê de 12 kesan belgenameya mamostetiyê girtin û dest bi xebatên hîndekariya ziman kirin. Ji xeynî gihandina xwendekar û mamosteyên kurdî, ARÎ-DER li bajêr çalakiyên ziman ên cur bi cur li dar dixe û vê havînê jî dê ji bo zarokan atolyeyan pêk bîne. Serlêdanên ji bo hindekariya ziman ên mezin û zarokan hê jî berdewam dikin.  

SERLÊDAN DIDOMIN

Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlûm Buksel derbarê xebatên xwe yên ziman hin agahî dan û diyar kir ku ew atolyeyên xwe yên hînkirina ziman ji ber zêdebûna serlêdanan ji 2 polan derxistibûn 4 polan û wiha got: “Em li gorî serlêdanan dest bi atolyeyan dikin. Em ji bo kesên ku heya meha îlonê asta sêyemîn diqedînin, atolyeya mamostetiyê vedikin. Ji bo zarokan jî em ê dest bi atolyeyan bikin û waneyên kurdî bidin wan.” 

JI BO PÊŞXISTINÊ: AXAFTIN, XWENDIN Û NIVÎSÎN

Buksel bang li kurdîhezan kir ku kurdiyê belavî her qadekî jiyanê bikin û wiha axivî: “Zimanê me ne zimanê fermî ye, lê dema ku me li her qedek jiyanê zimanê xwe axaft em dê ji heqê vê yekê derên. Em dikarin bi vî awayî asîmîlasyonê pûç bikin. Em li malê, li kar, li kolanê, li baxçeyan bi kurdî biaxivin. Heke ku em li zimanê xwe xwedî dernekevin, kes li zimanê me xwedî dernakeve. Ziman ji bo mirovan hebûna sereke ye. Em dê bi axaftin, xwendin û nivîsandinê li zimanê xwe xwedî derbikevin. Dema me van her sêyan pêk anî em dê pêşketina zimanê xwe jî bibînin." 

Editör: Haber Merkezi