AMED - Egîtîm-Senê têkildarî heyama perwerdehiyê ya 2022-2023'yan dsxuyanî da û got: “Em perwerdehiyê bi zimanê xwe dixwazin.”

Egîtîm-Sen a Şaxa Amedê li ber deriyê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî daxuyanî da. Daxuyanî li ser mijarên qanûnên pîşeya mamostetiyê, perwerdehiya zimanê zikmakî, promosyon û qûrsên alîkarîkirinê hat dayîn. Di daxuyaniyê de car caran dirûşmeyên “Perwerdehiya zimanê zikmakî mafê me ye” û “Em perderdehiya bi zimanê xwe dixwazin” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Mamoste li ser pêyan in, Egitim-Sen li qada ye” hat vekirin. 

Sekreterê Egîtîm-Senê ya Şaxa Amedê ya Hejmara 2'yan Fesîh Zîrek metna daxuyaniyê xwend. Zîrek bilêv kir ku li Tirkiyeyê pergala perwerdehiyê ev demeke dirêj e di nava pirsgirêkan de maye û got ku li welêt ji bilî tirkî bi tu zimanaên din perwerdehî tune ye û ev pirsgirêkeke mezin e. 

Zîrek got: “Wekî hûn jî dizanin li welatê me kurd, çerkez, laz, ereb û gelek gelên din dijîn û zimanê wan ê zikmakî heye. Ev dewlemendiya me ye. Bi taybetî li vir ji sedî 90'ê zarokan kurd in û nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî kurdî (kurmancî û kirmanckî) perwerde bibin. Em dixwazin ku ji serdibistanê heya zanîngehê perwerdehî bi zimanê zikmakî be."

Çalakî bi çepikan dawî bû.

( Çavkanî MA )

Editör: Haber Merkezi