AMED - Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), xebatên xwe yên ji bo kurdî berbelav bibe û ji bo balê bikişîne ser zextên li ser kurdî, didomîne. Endamên MED-DER'ê îro li gundê Mîr Eliya yê navçeya Farqînê ya Amedê hevdîtinek bi zarokan re kir. Rêvebirên HDP'a Farqînê û gelek muzîkjenên li herêmê xebatên çandî dikin, piştgiriya çalakiyê kirin. 

Gava perwerdekarên ziman û muzîkjen hatin gund, bi def û derbûqeyê û stranên kurdî zarokên gund hemû li hev kom kirin. 

ALFABEYA KURDÎ FÊRÎ WAN KIRIN 

Perwerdekaran ewilî alfabeya kurdî fêrî zarokan kirin. Paşê tevî zarokan stranên kurdî gotin. 

PIRTÛK BELAV KIRIN 

Perwerdekaran bi zarokan wêne dan xêzkirin. Paşê ser çavên zarokan bi şiklên cuda boyax kirin. Gava ser çavên zarokan dihat boyaxkirin zarok ji kêfa kirin tîqetîq. Paşê ji bo zarokan kilam hatin gotin. Piştî kilaman pererdekaran seta pirtûkên perwerdehiya ziman li zarokan belav kirin. 

Dê xebatên MED-DER'ê du rojên din jî bidomin. Endamên komeleyê dê sibê biçin navçeya Gêlê. 

(MA)

Editör: Haber Merkezi