AMED - Xwendekarên MED-DER'ê piştî kursên sê mehan belgeyên xwe yên serkeftinê wergirtin.

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) piştî kursên sê mehan ên zimanê kurdî belgeyên serkeftinê dan beşdaran. MED-DER'ê piştî 21'ê Sibatê kursên kurdî dabûn destpêkirin. Onlayn jî di nav de bi tevahî 500 ke serî li komeleyê dabû ji bo kursên ziman. Ji van xwendekaran 200 jê kurmancî û 100 jê kirmanckî bi giştî 300 kes belgeyên serkeftinê wergirtin. 

Beşdar ji bo wergirtina belgeyên xwe yên serkeftinê îro li baxçeyê MEd-DER'ê civiyan. Li baxçeyê komeleyê pankarta li ser "Parastina bi zimanê dayikê mafê bingehîn e. Binpêkirina vî mafî sûcê li dijî mirovahiyê ye" û pankarta li ser "Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û gerdûnî ye, binpêkirina vî mafî sûcê li dijî mirovahiyê ye" nivîsandî hatin daliqandin. 

Berî dayina belgeyên serkeftinê Hevserokê MED-DER'ê Rigat Ronî axaftinek kurt kir. Ronî bibîr xist ku îsal Wezareta Perwerdehiyê tenê 3 kontejan ji bo mamosteyên kurdî veqetandiye û got: “Li vî welatî ji bo dibistanan û zanîngehan milyon û nîvek mamosteyên zimanê tirkî hatine peywirdarkirin. Li vî welatî bi deh milyonan kurd hene û heya niha tenê 79 mamosteyên zimanê kurdî hatine peywirdarkirin. Di sala 2019'an de dewletê tu mamsoteyên kurdî peywirdar nekirin. Di sala 2021'ê de mamosteyek peywirdar kir. Di sala 2022'yan de jî 3 mamoste peywirdar kirin. Gava ev 3 mamoste hatin peywirdarkirin çapemeniya hewzê ev kir manşet ûg ot, peywirdarkirina mamsoteyên zimanê kurdî ji sedî 200 zêde bûye. Ev heqaret e. Gelê krud vî tiştî qebûl nake." 

Ronî di dawiya axaftina xwe de got: “Em ji siyasetmedarên kurd daxwaz dikin ku xwedî polîtîkayêke siyaseta zimanê kurdî bin û her wiha siyaseta xwe bi zimanê kurdî bikin. Em bang li malbatan dikin ku zarokê xwe bi zimanê kurdî mezin bikin. Em bang li civakê dikin ku li kolanan, li sûkan, li bazaran li her derê jiyanê bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsin, bi kurdî bixwinin û bi kurdî bijîn.”

Piştî axaftina Ronî beşdaran strana ‘Zimanê kurdî’ got û mamosteyên MED-DER'Ê jî belgeyên serkeftinê dan xwendekarên xwe. 

( Çavkanî MA )

Editör: Haber Merkezi