WAN - Mehmet Bîlîcî yê 64 salî ku li Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA'yê hînî xwendin û nivîsandina bi kurdî bûye, got: "Divê em li dijî dagirkeriyê li ber cwe bidin û xwedî li zimanê xwe derkevin." 

Li Wanê li Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA'yê kursên kurdî didomin. Mehmet Bîlîcî yê 64 salî ku li ARSÎSA'yê hînî xwendin û nivîsandina bi kurdî bûye, got: "Divê em li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin û xwedî li zimanê xwe derkevin."

Bîlîcî ku tevlî kursên Asta Yekemîn bûye, anî ziman ku ew kesekî teqawidbûyî ye û li kursê yê mezin ew e. Bîlîcî diyar kir ku di jiyana rojane de bi kurdî diaxivî, lê belê ji ber ku xwendin û nivîsandina wî tune bûye kêmaniyek di xwe de his kiriye û got: "Heya vî umrî min bi zimanê xwe du rêz nivîs jî nenivîsandibûn. Ez di jiyana xwe ya rojane de bi kurdî diaxivim, lê xwendin û nivîsandina min tune bû. Ji ber ku min ev kêmanî pir his dikir, min di vî umrî de dest ni perwerdehiyê kir. Kursa me sê meh berê dest pê kir. Min di destpêkê de zehmetî kişand.  Ji lew re axaftin û nivîsandina kurdî ne heman tişt in. Paşê bi demê re ez hînî nivîsandinê û xwendinê jî bûm." 

‘DIVÊ EM LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE BIDIN'

Bîlîcî destnîşan kir ku beriya kursê nikaribûye peyvekê jî binivîse, lê niha bi zimanê xwe helbestan jî dinivîse û wiha pê de çû: "Tu dibêjî qey ez nû hatime dinê. Ez pir kêfxweş im. Em kurd di nava kêmaniyeke mezin de ne. 40 sal in em ji bo zimanê xwe û çanda xwe têdikoşin, lê em bi rizaya xwe asîmle dibin. Di dema avakirina komarê de li Meletiyê kesî bi tirkî nizanibû, lê niha kes bi kurdî nizane. Her wiha li bajarên me yên wekî Wan û Amedê piraniya gelê me bi tirkî diaxive. Ev kêmasiyeke mezin e. Em ji bo çi têdikoşin? Em hatine dagirkirin, lê divê em li dijî vê li ber cwe bidin û xwedî li zimanê xwe û çanda xwe derkevin." 

Bîlîcî bilêv kir ku kurdî tim ji aliyê dewletê ve rastî qedexe û astengiyan tê û got: "Zimanê me bi sedan sal e tê qedexekirin. Dibistanên me tune ne. Em zimanê xwe ji dayikên xwe fêr dibin. Îro ro li cîhanê gelek ziman ji holê rabûne, lê kurdî hê jî li ber xwe dide. Bi taybetî jî bi avakirina komarê re zimanê me bi temamî hat qedexekirin. Axaftina bi kurdî qedexe bû, lê mezinên me bi zimanê xwe axivîn û ew anîn roja îro." 

‘EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN'

Bîlîcî bang li gelê kurd kir û got: "Divê gelê kurd xwedî li zimanê xwe derkeve. Em ji hêlekê ve têdikoşin û ji hêla din jî entegreyî pergalê dibin. Divê her kes li hemberî vê hişyar be. Zimanê me hebûna me ye. Heya em zimanê xwe neparêzin em ê nikaribin tiştekî jî bi dest bixin. Mesela em li Cezayîrê mêze bikin. 60 sal in ji bin nîrê Fransayê xelas bûye, lê hê jî her tişt fransî ye. Ji bo em jî nekevin wî halî, divê em hişyar bin." 

MA / Omer Akin