Akademiya Jineolojiyê- Jinnews 

Bi giştî di avabûna jîneolojiyê de ji bersivan zêdetir pirsên rê didin ber me hene. Zanistek çawa ye, piştgiriya zanînê ya ji bo jiyanê çi ye, piştgiriya wê ya bo têkoşîna azadiyê çi ye. Ji bo bersiva van pirsan pir caran em bersivan di rêbazan de dibînin. Her bersivek pirsek din vedike, hewcedariyên nû derdixe holê. Parvekirina hinek encaman wê gelek baş be.

Ya yekem; Jîneolojî di serdema hatiye ziman de ji bo pirsgirêkên civak û ekolojiyê di esasa jinê de çareseriyê hedef dike. Ziman û rêbaza zanistê ya bi jiyan, civak û xwezayê re ava dike. Dema vê dike jî rastiya jinê derdixe holê û xwegîhandina heqîqeta civakê esas digire. Ji herêmî heta gerdûnî, rêbazekê dişopîne. Zanîn, rêbaz û zimanê demê li gorî rihê demê lêpirsîn dike.

Ya duyem; Bi îradeyek kolektîf zanînê hildiberîne, bi rêya wateyê diçe encamê. Jîneolojî xwe dispêre tecrubeyên jinên erdnîgariyê û cîhanê û xwe pêş dixe. Rêbazeke xwe dispêre îradeyeke kolektîf dişopîne. Jîneolojî hewl dide felsefa jiyana azad bigihîne zanînê û ji ber vê sedemê xwedî bingeheke dînamîk e.

Ya sêyem; Zanîna ku girêdayê desthilatdariyane, di nava demê de ji armanca xwe dûr dikeve û ji etîkê bêpar dimîne. Ev tê zanîn. Dema ev tespît tê kirin, vegotina zanîna esas tê girtin, di esasa pîvanên etîk-estetîk de fêmkirina jiyanê, îfadekirin, têkiliyên nû yên girêdayê civakî û faliyeta avakirina hêza çareseriya pirsgirêkan e.

Ya çaremîn; Zanîn xwe dispêre zanînê. Gerdûna hebûna zanînê jiyan e, civak e. Zanîna ji jiyan, civakê qut û nayê hîskirin, zanîna ji fikr û ramanê naherike hestan bêguman ji desthilatdariyan xilas nabe. Zanîn ne ji jiyanê qut zimanê wê jî ji jiyanê qut e. Mekanîk dibe, zindîbûn û rengê xwe winda dike.  Em vê lêpirsîn dikin. Em metnên wêjeyî yên felsefî û zanistî yên bi zimanekî nayê fêmkirin hatine nivîsîn lêpirsîn dikin. Em dibînin ku zimanekî dişibin xwe ava dikin. Divê em hemû ziman bi têkiliya deshtilatdariyan re xurt bigirin dest ku têkilliya jiyanê ya bi zanînê re, ya bi heqîqetê re bê dîtin û li gorî vê ziman û rêbaz bê pêşketin. Encama ji vê tespîtê girtin, ev e ku hewcedarî bi rêbazeke ku yekitiya ziman-wate- heqîqetê ye. Em di lêgerîna rêbaz û zimanekî ku rihê xwe, zindîbûna xwe winda nekiriye de ne. 

Encam

Yên ev xebat meşandin destpêkê, bêtecrubetî, bê rêbazî, heta  psîkolojiyên cuda yên binpêkirina gel û zayendiyê rê li ber vedikir, jiyan. Li gorî qalib û teşeyên fikrên Rojava, nêzîkatiyeke ku rexneyan dike derket holê. Tevî ku teşeyên fêrkirina zanînê û îfadekirinê, ne bi yê pergala serdest re heman bû jî yekane tişta ku wan rast îdia dikir, teşeyên îfadekirina qaliban jî pêş ket. Ligel ku li dijî hest û fikrên  zanîn, oldarî, zanista pozîtîvîst derketin jî di avakirina têkiliya bi jiyan û civakê re, di avakirina zimanê xwe de me gelek zor û zehmetî jî kişandin. Ji ber ev pêvajoyek zindî ye hîna jî em van zor û zehmetiyan dijîn. Carnan tirsok carna pozîsyonek parastinî jî me girt.

Bi qasî ku me lêpirsîna pergala ziman û zanistê ya jiyanê ya jîneolojiyê kir, me xwe, teşeyên zanîna xwe, rêbaz û  zimanê xwe jî lêpirsîn dikir.  Bêguman ev hemû pêvajoya dîtina rê û lêgerînê jî îfade dike. Belkî zor, kêfxweşî û coşa ku di hejmarek kovara Jîneolojiyê de îro em behsa wê dikin, dibe ku em rewşeke wê ya lêpirsînkirinê jî bijîn. Wek me got, belkî jîneolojî zanisteke ji dînamîkên jiyana zindî, ji çanda berxwedan, îradeyek kolektîf, xwedî dibe ye. Rêbaza wê jî di esasa azadiya jinê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî, bi hewcedariya fêmkirina jiyanê re pêş dixîne. Hêza xwe ji koka xwe digire ji îradeya kolektîf a têkoşîna azadiyê digire, ji analîzên sosyolojîk a zanîna jinê digire. Li gorî hewcedariyên herêmî  bi kamp, atolye, qurs, dewreyên perwerdeyê, semîner û konferansan re, dîtina bersiva xwe têkiliya bi civak û jiyanê re îfade dike. Tevî ku têkiliya xwe ya di navbera herêm û gerdunê de diparêze, tenê ne di bin bana akademiyê de, bi enerjiya gelek jinên ku dersên jîneolojiyê didin, pirtûka dinivîsin dixemilîne. Xwe dispêre zanîna jinan, îradeya mîlyonan jinî, hêviya jinên berxwedêr, lêgerîna azadiya Roza Luksemburg, pevçûna Sakîne Cansiz, lêgerîna jiyana watedar a Zeynep Kinaci, têkoşîna fêmkirina Andrea Wolf,  êşa hebûna Furug Feuhzad, evîndariya azadiyê ya jinan, têkoşîna azadiyê ya jinan. Bi van tecrubeyan teoriya azadiyê ava dikin. Îdiaya zanîna sedsala 21’ê xurt dike.

( Çavkanî JINNEWS )

Editör: Haber Merkezi