WAN - ARSÎSA ku 4 sal in li navçeya Erdîşê li ser kurdî dixebite, li ser daxwaza gel biryar da ku şaxeke komeleyê li navçeya Rêya Armûşê jî veke. 

Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) ku li ser ziman û çanda kurdî lêkolînan dike û di sala 2019’an de li navçeya Erdîş a Wanê hat avakirin, 4 sal in xebatên xwe didomîne. ARSÎSA'yê li ser daxwaza gel biryar da ku li navçeya Rêya Armûşê şaxekê veke. Ji rêveberên ARSÎSA'yê Şevket Acar diyar kir ku wan amadekariyên xwe yên ji bo mehên havînê temam kiriye.

DAXWAZ ZÊDE BÛ

Acar da zanîn ku armanca sereke ya komeleya wan ew e ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi kurdî rawestin û wiha got: “Wekî ku tê zanîn kurd hê jî bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde nabin û ev maf nayê qebûlkirin. Her wiha polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî bi hemû leza xwe dewam dikin. “Armanca komeleya me pêşxistin, parastin û belavkirina ziman û çanda kurdî ye, li hember êrişan e."

Eğitim-Sen'den ÖMK’nin kabul edilmemesi için Meclis’e çağrı Eğitim-Sen'den ÖMK’nin kabul edilmemesi için Meclis’e çağrı

Acar diyar kir ku daxwazeke zêde ji bo şaxa ku li navenda Wanê ye tê û wiha got: “Ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kes eleqeyê nîşan dide. Her wiha rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî eleqeyeke mezin nîşanî zimanê xwe yê zikmakî didin. Ji ber vê yekê, êdî pêdiviya me bi şaxeke din heye. Lewma em ê di nêz de pêvajoya komelebûnê temam bikin." 

AMADEKARIYÊN HAVÎNÊ TEMAM IN

Acar diyar kir ku her sal bi sedan xwendekar ji komeleya wan mezûn dibin û wiha got: “Armanca me ew e ku em her sal bi hezaran mamosteyan mezûn bikin. Em dibînin ku di hemû qadên jiyanê de axaftina bi kurdî ne ya berê ye û her ku diçe kêm dibe. Kurdî ne berpirsiyariyek e ku tenê saziyek bikare hilgire ser xwe. Mehên havînê tên û dê betlaneyên dibistanan dest pê bikin. Plana me amade ye ku zarok di havînê de zimanê xwe yê zikmakî hîn bibin. Bila malbatên me zarokên xwe bînin û qeyd bikin. Bi perwerdeya ku em ê di nava 3 mehan de bidin, dê ji bo zarokan bingehek çêbibe." 

Kaynak: https://mezopotamyaajansi.net/kr/HEM-NCE/content/view/243550