WAN - Serlêdanên kursên kurdî yên Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê dest pê kirin. 

Serlêdanên kursên kurdî yên Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê dest pê kirin. ARSÎSA ku li navçeya Erdîş a Wanê hatiye avakirin, bi şaxa xwe ya li Wanê du sal in xebatên xwe yên perwerdehiyê didomîne. Komele ku ji ber erdhejên 6'ê Sibatê yên li Wanê navber dabû xebatên xwe, dest bi qeydên kursên kurdî kir. 

RÊYA XELASIYA JI ASÎMLASYONÊ

Ji perwerdekarên ARSÎSA'yê Seyît Kiliç diyar kir ku zimanê zikmakî ji bo neteweyekê bivênevê ye û got: "Di vê pêvajoyê de, zimanê zikmakî ji bo kurdan pir girîng e. Ji lew re, kurdî ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin û tê asîmlekirin. Tekane rêya xelasiya ji asîmlasyonê jî xwedîderketina li zimanê zikmakî ye. Ji lew re, çand, bi zimên heye. Em dikarin bi ziman, xwedî li hunera xwe derkevin. Dîroka me, di zimanê me de vaşartî ye. Ji bo rabûna li ber asîmlasyonê û pûçkirina wê, divê em xwedî li zimanê xwe derkevin." 

Kiliç anî ziman ku zextên li ser kurdî, polîtîkaya şerê taybet e û wiha got: "Dixwazin kurdan ji dîroka wan, çanda wan û hunera wan qut bikin û bi vê re bîra wê ya neteweyî tune bikin. Lewma êrişê tînin ser saziyên zimên. Bi biryarnameyên di hikmê qanûnê de (KHK) saizyên kurdî girtin. Gava qeyûm tayinî şaredariyan kirin, cardin saziyên di vî warî de girtin. Divê em jirêzê nêzî van êrişan nebin. Ji lew re armanca van êrişan, tunekirina nasnameya neteweyî ye. Ger zimanê kurdî ji holê bê rakirin, dê nasnameya neteweyî ya kurdan jî tune bibe." 

XWEDÎDERKETIN

Kiliç destnîşan kir ku divê her kes xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkeve û li dijî êrişan bitêkoşe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em jî ji bo vê dixebitin. Me ji ber erdhejên di 6'ê Sibatê de xebatên xwe taloq kiribûn. Niha em ji cihê mayî didomînin. Perwerdehiyên me yên asta destpêkê, asta yekemîn, asta duyemîn û asta sêyemîn car din dest pê dikin. Qeyd didomin. Em di warê zaravayê kurmancî de perwerdehiyê didin. Dê ji vê hefteyê şûn de ders dest pê bikin. Em hemû kesên dixwazin zimanê xwe hîn bibin vedixwînin kursên xwe." 

MA / Omer Akin