AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ji bo 21’ê Sibatê civiyan û bi boneya zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî nîqaş hatin kirin. 

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li hotêlek li navçeya Sûrê ya Amedê civînek li dar xistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Hanîfî Turan, nûnerên pêkhatên PZK’ê, pêkhateyên Tora Ziman û Çanda Kurdî, parlamenterên HDP’ê û gelek kes beşdarî civînê bûn. 

BANGA PÊŞXISTINA JI BO KURDΠ

Hevseroka Komeleyên Lêkolînên Ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Şîlan Elmas Kan di destpêka civînê de axivî û diyar kir ku ji bo ew li dijî zextên li ser kurdî ka dikarin çi bikin, li serê nîqaş bikin hatine cem hev. Elmas bang li her kesî kir ku bi kurdî li her qadên jiyanê biaxive û li pêş bixe. 

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û destnîşan kir ku divê gelê kurd û rêxistinên wan siyasî û sivîl giraniyê bidin têkoşîna zimanê kurdî. 

ÇÎFTYUREK: DIVÊ EM JI BO ZIMAN ÇALAKIYÊN MEZIN LI DAR BIXIN 

Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek diyar kir ku salek e ji boz iman xebatek bênavber tên birêvebirin. Çîftyurek anî ziman ku li bajarên ji bilî Amedê xebatên ziman kêm dimînin û wiha got: “Heke em dixwazin xwe bigihînin cihekî em van xebatan li Amedê bidomînin û bigihînin bajarên din. Lazim e em bajar bi bajar xebatan bikin. Pêwîste em li her derê balê bikişînin ser girîngiya ziman û talûkeya asîmîlasyonê. Divê ji kuçeyan heta malan li her deverê bi kurdî were axaftin. Ji bo kurdî berbelav bibe divê xelkê me were agahdarkirin. Ji bo vê yekê jî rol û rista dayikan girîng e. Lewma divê ji bo dayikan platformek were avakirin, agahî werin dayîn. Divê em bi hunermendên kurd re bên cem hev û konserên mezin û festîvalên mezin li dar bixin.” 

‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ Û FERMÎ’ 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî bal kişand zextên li ser zimanê kurdî yên ji aliyê îktidarê ve tên kirin. Aydenîz destnîşan kir ku li dijî zext û êrişên li ser kurdê tevdîr werin girtin û wiha got: “Zimanê zikmakî ji bo gel hebûn e. Ji bo vê yekê jî divê her netew bi zimanê xwe bijî û perwerdehiyê bibîne. Divê em jî li ser vê xebatan bikin. Li her deverê Kurdistanê li ser gelê kurd û ziman û çanda wan, ev îktidar polîtîkayên asîmîlasyonê bi rêve dibe. Divê li dijî êrişan xwedî derketinek mezin hebe.” Aydenîz anî ziman ku di warê pêşketina zimanê kurdî de ku heta roja îro hatiye rola dayikên kurd girîng e û divê xebatek cuda ji bo dayikan were birêvebirin û got: “Heta ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî divê em em têkoşîna xwe bidomînin.” 

Nûnerên partiyên din jî nêrîn û pêşniyazên xwe yên ji bo zextên li ser zimanê kurdî û zimanê kurdî zindî bimîne anîn ziman. 

(Çavkanî- 

Ajansa Mezopotamya

@Makurdi4

    

Editör: Haber Merkezi