AMED - Li Amedê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî meş hate lidarxistin.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstituya Kurd a Amedê, Kovara Destarê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amedê meş li dar xistin. Bi sedan kesên ku Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di nav de li Parka Roboskê hatin bahev. Welatî bi cil û bergên kurdî tev li meşê bûn.
Hûrgiliyên nûçeyê tên…
Kaynak: https://mezopotamyaajansi.net/kr/HEM-NCE/content/view/241936