ENQERE - ANKA-DER'ê ji bo heyama nû ya zimanê kurdî û her wiha ji bo qursên erbane, baxleme, resm û gîtarê jî dest bi qeydan kir.

Komelaya Ziman Çand Hûnerê ya Ankayê (ANKA-DER) ku di hezîrana 2022'yan de dest bi xebatên xwe kir, qeydên heyama nû ya qursên kurdî da destpêkirin. Di heyama nû de ANKA-DER dê bi zaravayên kurdî kurmancî, kirmanckî û soranî perwerdehiyê bide û dê qursên erbane, baxleme, resm û gîtarê jî bide. Ders dê di 20'ê sibatê de dest pê bikin.

Li Komeleya Birca Belekê qursên serdema nû dest pê dikin Li Komeleya Birca Belekê qursên serdema nû dest pê dikin

Ji mamosteyên komeleyê Ûmît Bozan der barê qeydan de agahî da û diyar kir ku ew bi xebatên xwe hewl didin ku kurd ji ziman û çanda xwe dûr nekevin û bang li her kesî kir ku ji bo heyama nû qeydên xwe çêbikin. Bozan diyar kir ku armanca wan ew e ku kurdên ji welatê xwe dûr in ji ziman û çanda xwe dûr nekevin û wiha got: “Bila werin û hînî kurdî bibin. Heger zimanê wan ê kurdî kêm be, divê xurt bikin. Yên ku kurdî baş dizanin bila fam bikin û bi zimanê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bibin. Bêyî perwerdeyê ziman qels û lawaz dimîne. Fêrbûn ne tenê zanîna axaftinê ye, di heman demê de nivîsandin û xwendin e jî. Em bang li gelê xwe dikin ku zimanê xwe biparêze. Em ne tenê bi zaravayê kurmancî, bi zaravayê kirmanckî û soranî jî dersê didin. Kurdên ku kurmancî dizanin dikarin zaravayên soranî û zazakî jî hîn bibin. Hemû bi hev re zimanê me ye. Her zarava, zaravaya me ye."

Kaynak: https://mezopotamyaajansi.net/kr/HEM-NCE/content/view/231895