ÊLIH - ARÎ-DER bi kargehan xebatên xwe yên ji bo perwerdehiya ziman didomîne. Îsal dê 30 kes ji kargeha mamostetiyê mezûn bibin. 

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Ariyê (ARÎ-DER) ku li Êlihê xebatên xwe didomîne, ji roja hatiye avakirin heya niha bi sedan xwendekar mezûn kirine. Di bin banê komeleyê de di 5 kargehan de perwerdehiya bi zaravayê kurmancî tê dayîn. ARÎ-DER'ê di navbera 2021-2022'yan de belgename dan 95 xwendekaran. Xwendekarên ku sê astên zimên bi serkeftî temam bikin dikarin serî li perwerdehiya mamostetiyê bidin. Perwerdehiya mamostetiyê jî 9 mehan didome. 

Li ARÎ-DER'ê qeydên heyama nû dest pê kirin. ARÎ-DER ku berê tenê perwerdehiya bi zaravaya kurmancî dida, îsal dê perwerdehiya bi ingilîzî û zaravaya kirmanckî jî bide. 

Rêveberên ARÎ-DER'ê Nûh Bozkûr û Hava Can, behsa xebatên serdema nû kirin. 

DÊ 30 KES BIBIN MAMOSTE

Bozkûr ku diyar kir ku di bin banê komeleyê de 10 mamoste perwerdehiyê didin û got: "Kargehên me yên kurmancî yên ji asta yekîmn heya asta sêyemîn hene. Paşê em kargehên mamostetiyê vedikin. Îsal me kargehên ingilîzî û kirmanckî jî vekirin. Nêzî 70 şagirtên me hene. Temenê şagirtên me di nava 25-30 salan de ye. Ji her pîşeyî kes tên. Şagirtên me yên ji gundan û navçeyan tên jî hene. Îsal li gor salên borî girîngtir e. Ji lew re poleke me ya mamostetiyê heye û ev pol ji 30 kesan pêk tê. Mamosteyên me dê 9 meh şûn de ji vê kargehê mezûn bibin." 

Hava Can (43) jî bilêv kir ku ew komele tenê xebatên xwe di nava 4 dîwaran de nameşînin û wiha axivî. "Em li parkan û taxan bi zarokan re kom dibin. Em çalakiyan li dar dixin. Em li van deran behsa girîngiya kurdî dikin. Kurdî di nava zimanên cîhanê de xwedî cihekî girîng e. Hem bi dewlemendiya xwe hem jî li qada ku pê tê axaftin." 

Can bang li her kesî kir ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û di warê axaftin, hînkirin û fêrkirinê de bi berpirsiyarî tevbigerin. 

MA/ Fethî Balaman 

Editör: Hamza Özkan