AMED - Malbatên ku tevî zarokên xwe beşdarî Rojên Ma Musicê bûn, bal kişandin ser bandorên perwerdehiya bi zimanê dayikê û xwestin hemû malbatên zarokên xwe bişînin Akademiya Ma Musicê

Akademiya Ma Musicê ku li Amedê xebatên xwe didomîne, îsal di navbera 1-12'ê Hezîranê de 6'emîn Rojên Ma Musicê li dar dixe. Di çarçoveya çalakiyên ji bo bîranîna hunermend Rênçber Ezîz de, zarokên ku tevahiya salê perwerdeyê dîtin, bi enstrumanên ku hîn bûne derketin ser dikê. Malbatên ku zarokên xwe şandin akademiyê, behsa bandora perwerdeyê ya li ser zarokên xwe kirin.

Zûhal Yelboga ku keça wê 5 sal in li Ma Musicê dixwîne diyar kir ku wê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê keça xwe şandiye akademiyê. 

BANG LI MALBATAN KIR

Yelbogayê anî ziman ku ziman û çand bandoreke mezin li ser zarokan dike û wiha got: “Em berê li rojavayê diman. Di navbera jiyana li vir û jiyana li wir de ferqeke mezin heye. Zaroka me zimanê xwe ji bîr kiribû. Dema em hatin Amedê, me ew li Ma Musicê tomar kir. Kursan bandorek mezin li keça min kir. Ji ber vê yekê ez bang li hemû dê û bavan dikim; bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyivin û wan bişînin Ma Musicê. Bila bi zimanê xwe stranan bibêjin. Divê zarokên me ji çanda xwe dûr nekevin."

2024 yılının en iyi dizileri seçildi 2024 yılının en iyi dizileri seçildi

BANDORÊN PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ

Esra Okûrê anî ziman ku keça wê Zarya bi saya Ma Musicê dikare bi kurdî biaxive, bixwîne û binivîsîne û wiha got: “Zaroka min bi zimanê xwe stranan dibêje û fêrî enstrumanekê dibe, hem ji aliyê derûnî û hem jî ji aliyê civakî ve bandoreke mezin li pêşketina wê dike. Ji ber ku jiyana xwe bi zimanê xwe dijî. Ev bandorek baş li ser zarokan dihêle. Ma Music çandê zindî dihêle. Zaroka min li wir bi çanda xwe mezin dibe."

ZAROK BI ÇANDA XWE MEZIN DIBIN

Cevher Bîlgî diyar kir ku keça wî Zerya piştî 2 salan li Zarok Ma perwerdeya rîtmê girtiye derbasî Akademiya Musicê ya MA'yê bûye û wiha got: “Ji bo zimanê xwe ji bîr neke û çanda xwe hîn bibe me ew şand. Ew ê ji koka xwe neqetin, ev hestek pir xweş e. Ez ji hemû malbatan re pêşniyaz dikim ku zarokên xwe bişînin Ma Musicê. Ji ber ku zarokên me ne tenê fêrî zimanê xwe dibin, bi zimanê xwe jî fêrî stran û lêxistina enstrumanan dibin.”

Kaynak: https://mezopotamyaajansi.net/kr/HEM-NCE/content/view/243970