ÎZMÎR - Komeleya AVESTA dê di 1'ê cotmehê de dest bi kursên kurdî bike. Serokê komeleyê Alî Yalçinkaya ji bo xwedîderketina li zimanê zikmakî bang li her kesî kir ku serî li kursan bidin. 

Polîtîkayên bişavtinê yên li hemberî çand û zimanê kurdî didomin. Li gel vê têkoşîna li dijî van polîtîkayan jî didome. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (AVESTA) ku di sala 2018'an de li Îzmîrê hat damezrandin, kursên kurdî dide. AVESTA ku ji roja hatiye avakirin heya niha 3 mehan carekê kursên nû dide destpêkirin, heya niha zêdetirî 4 hezar şagirt jê mezûn bûne. Ji bo kursên nû yên payizê jî heya niha nêzî 200 kesî serî li komeleyê daye. 

Kursên bi zaravayên kurmancî û kirmanckî ku dê bi online û rû bi rû bên dayîn, dê di meha cotmehê de dest pê bikin. Kursên rû bi rû dê rojên şemî û yekşemê û yên online jî dê rojên duşem, çarşem û înê bên dayîn. 

izm-22-09-2023-kurtce-dil-kurslara-iliskin-ali-yalcinkaya-rop

4 HEZAR KES MEZÛN BÛNE

Serokê Komeleya AVESTA'yê Alî Yalçinkaya anî ziman ku dê kursan li navçeya Konakê ya Îzmîrê li Jînartê bidin. Yalçinkaya bilêv kir ku di dema pandemiyê de kursên online li dar xistine û got: "Wê demê gelek kes ji bo hînkirina ziman serî li wan dane. Du sal in jî em dersên rû bi rû didin. Em kursên xwe sê mehan carekê temam dikin. Xebatên me yên ji bo kursên payizê didomin. Ji bo kursên nî zêdetirî 200 kesî serî li me daye. Ji sala 2018'an heya niha nêzî 4 hezar kesî serî li me daye. Em her serdemê sertîfîkayan didin şagirtên serketî." 

Yalçinkaya destnîşan kir ku ziman hebûna mirovan e û got ku kurd ji bo parastina hebûna xwe divê zimanê xwe hîn bibin. Yalçinkaya ku got "Windabûna zimanekî windabûna gelekî ye" û wiha domand: "Ewropa ji bo zimanê Butan û Baskê nemirin pereyan dide. Lê dîsa jî ziman tên jibîrkirin. Hînkirina ji pirtûkan têr nake. Ez ji dê û bavên xwe fêrî kurdî bûm. Ger zarokên me jî ji me hîn nebin, dê ziman winda bibe. Berê navê me bi tirkî bûn, lê zimanê me kurdî bû. Lê niha navê zarokan bi kurdî ye, lê zimanê wan tirkî ye." 

‘EM LI BENDA SERLÊDANAN E'

Yalçinkaya destnîşan kir ku kesên dixwazin fêrî kurdî bibin dikarin serî li komeleya wan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hesabên medyaya dîjîtal ên AVESTA'yê hene. Li ser înternetê malpera Avesta Komeleya Çand û Ziman heye. Dikarin bi rêya formên li wir serlêdanê bikin. Ger peyamê bişînin em jî dikarin alîkariyê bikin. Em li benda kesên ku dixwazin zimanê xwe yê zikmakî fêr bibin. Perwerdehiya me dê hem online hem jî rû bi rû be." 

Kesên bixwazin serî li kursan bidin dikarin bi vê lînkê serî li komeleyê bidin.

MA / Delal Akyuz 

Editör: Hamza Özkan