AMED ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ- Li Peyasa Amedê ji hêla MED-DER'ê ve şahiya zarokan hat lidarxistin. Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) a Amedê xebatên xwe yên ziman didomîne.
Li Peyasa Amedê ji hêla MED-DER'ê ve şahiya zarokan hat lidarxistin https://t.co/4iBhQ4LOQx @YouTube aracılığıyla
— Ötekilerin Gündemi'nden Pozitif Dil... (@OtekilerinG) July 9, 2021
Di çarçoveya xebatên ziman de lig undan ji bo zarokan şahî li dar xist. Îro jî li navçeya Peyasa Amedê ji bo zarokan li sîteyekî Diclê Kentê şahiyek li dar xist. Mamoste û rêveberên MED-DER'ê ligel komeleyê çand û hunerê di destpêkê de ji zarokan re stran gotin û bi hev re meşiyan. Piştî stranê zarok bi mamosteyên komeleyê re ligel hevdu civiyan û xelekekî avakirin.
Tîpên kurdî hatin nîşandan. Komeleya çandê rîtmên xwezayî fêrî zarokan kir û bername bi strana keleşo bi dawî bû.
(Çavkanî Nucê JINNEWS- Vêne û dimen Ötekilerin Gündemi