ÎZMÎR - Nivîskar Mûstafa Borak ku pirtûka Destpêka Dersa Kurdî ya ji bo hînkirina kurdî pirtûka dersê ya destpêkê ye nivîsandiye hişyariya “Heke zimanê me biçe dê kurdîtî biqede” kir û anî ziman ku divê kurdî gelek bê axaftin. 

Pirtûka Nivîskar Mûstafa Borak ku beşeke mezin a jiyana xwe ji bo pêşvebirina çanda kurdî xerc kir a bi navê Destpêka Dersa Kurdî ji Pirtûkxaneya Na derket. Di pirtûka ku di 16’ê hezîranê de cihê xwe li rafan girt û ji 12 unîteyan pêk tê de peyvên di jiyana rojane de herî zêde tên axaftin hem kurdî hem tirkî hatin nivîsîn. Pirtûk ji bo kesên kurdî nizanin û dixwazin kurdiya xwe pêş ve bibin hatiye nivîsandin. 

Borak di sala 1956’an de li navçeya Qulpê ya Îdirê ji dayik bû, dibistana seretayî û navîn li navçeya Qulpê qedand. Borak ku 4 salan li navçeya Mîdyad a Mêrdînê mamostetiya polê kir, piştî ku di sala 1975'an de li Ordûyê dibistana perwerdeyê ya mamosteyan qedand, li Qersa ku di dema darbeya Kenan Evren a 12'ê Îlonê de mamostetî kir, hat girtin. Borak ê ku nêzî salekê li Girtîgeha Leşkerî ya Erzîromê ma, bi hinceta ku hate girtin 16 salan ji wezîfeyê hate girtin. Piştî ku doz di sala 1997’an de hat betalkirin , Borak di sala 1997’an de vegeriya mamostetiyê . 

KURDÎ NÎŞANÎ BI HEZARAN KESAN DA

Borak ku sala 1988’an ji ber zextên siyasî yên lê rast hat neçar ma bê Îzmîrê, li vir xebatên xwe yên çand û hunerê dewam kir. Di sala 1993’yan de li Îzmîrê di avakirina Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) de cih girt. Di vê pêvajoyê de bi taybet li ser perwerdeya zarok û ciwanan xebatên xwe meşandin. Di encama xebatên xwe de di navbera salên 1996-1998’an de di bin navê NÇM'ê de dibistaneke çand û hunerê ya xweser ku perwerdeya bi kurdî dida ava kir. Piştre di sala 2005’an de Borak beşdarî xebatên damezirandina Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP-Kurdî) bû. Borak herî dawî ji sala 2008’an heta 2016’an de di damezrîneriya Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) de cih girt û serokatiya wê kir. Borak, di KURDÎ-DER’a ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê hate girtin de kurdî nîşanî hezaran mirovan da. Borak ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê xebatên xwe li mala xwe ya li Îzmîrê didomîne. 

10 PIRTÛKÊN WÎ HATIN WEŞANDIN

Nivîsên Borak di gelek kovar, rojname û malperan de hatine weşandin û 10 pirtûk ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî hatine çapkirin. Pirtûkên Borak ên hatine weşandin wiha ne: Gotinên Pêşiyên Kurda, Weşanên Berfîn, Stenbol 1996, Ferhenga Biwêjan, Enstutiya Kurdî Ya Stenbol, Stenbol 2005, Gevez, Weşanxaneya Aram, Amed 2017, Çîrokên Biwêjan, Cilda I Weşanên J&J Enqere 2018, Çîrokên Biwêjan, Cilda II Weşanên J&J Enqere, Gelawêj 2019, Çîrokên Biwêjan, Cilda III Weşanên J&J Enqere,  Berfanbar 2019 , Çîrokên Biwêjan, Cilda IV Weşanên J&J Enqere 2020, Çîrokên Biwêjan, Cilda V Weşanên J&J Enqere 2020, Çîrokên Biwêjan Cilda VI Weşanên J&J Enqere 2020, Destpêka Dersa Kurdî Weşanxaneya Na Îzmîr 2023.

XEBATA EWIL HÎNKER

Mûstafa Borak ê bi pirtûka xwe ya hatiye weşandin têkildarî çand û zimanê kurdî nirxandinê dike, anî ziman ku di xebatên perwerdehiyê yên ewil de çavkaniyên ku kurdî bidin hînkirin nedihatin peydakirin. Borak, bi lêv kir ku vê rewşê ew arasteyî nivîsandina pirtûkên kurdî kiriye. Borak, da zanîn ku bi komeke ku ew jî di nav de li Enstîtuya Kurdî pirtûka “Hînkerê”derxistin û wiha berdewam kir: “Pirtûka ku min nivîsandî, nîşeyên ku min ji dersên wê serdemê heta sala 2016’an didan û tecrubeyên min bû. Niha xetereya ku kurdî ji holê rabe heye. Herkes bi tirkî diaxive. Dema min jî ev pirtûka xwe nivîsand min bala xwe da vê yekê. Min hem kurdî hem jî tirkî bikaranî û nivîsand. Kesekî ku qet kurdî nezane û tirkî dizane dikare bi girtina vê pirtûkê heta astekê bikare bi kurdî biaxive. 

‘RÊJEYA AXAFTINA BI KURDÎ KÊM DIBE’ 

Borak, diyar kir ku piştî sala 2000’an di gelek qadên weke psîkolojî, matematîk, endezyarî û erdnîgariyê de pirtûkên kurdî dest bi weşanê kirin û bal kişand ku rêjeya zêdebûna nivîskarên kurd û axaftina bi kurdî newekheve û bal kişand ku rêjeya axaftina bi kurdî her ku diçe kêm dibe. Borak di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi taybetî rêzefîlmên televîzyonê yên ji aliyê sîstema kapîtalîst ve hatine afirandin û temaşekirina qenalên tirk bûn sedem ku zimanê kurdî kêm bê axaftin. Li aliyê din, ji ber ku kurd ne xwedî statuyekê ne, mirov bi tirkî diaxivin. Li kolanan, li Meclisê, di huner û hemû qadên jiyanê de zextên ku li ser zimanê kurdî hene jî bandorê li ser vê yekê dike. Dema em lê dinêrin, her du hefteyan carekê zimanek dimire. Li cîhanê zêdetirî 14 hezar ziman hebûn. Lê belê ev hejmar daket 6-7 hezarî. Ji ber ku kurd xwedî nifûseke zêde ne, ev yek xuya nake. Lê roj bi roj axaftina bi kurdî kêm dibe. Divê em bi zarok û neviyên xwe yên li malê re bi kurdî biaxivin.”

‘ZIMAN BIÇE DÊ KURDÎTÎ JÎ BIÇE’ 

Borak ê ziman weke ruh û hebûna mirovan nirxand, destnîşan kir ku divê siyasetmedar jî bi axaftina bi kurdî zêdetir li ser bisekinin. Borak, bal kişand ser girîngiya axaftina bi kurdî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mirovên zanyar dibêjin ‘ziman hişê duyemîn e’. Kesê zimanê wî nebe nikare karekê jî bike. Ziman hebûna me ye. Heke ziman ku biçe dê kurdîtî jî biqede. Kesên dixwazin hînî kurdî bibin bila biçin cihên ku kurdî lê tê axaftin. Bila bibêjin ‘bi min re bi kurdî biaxive. Dive li ser gotinên kurdî zêdetir bisekinin û her tim dubara bikin. Tenê bi xwestinê nabe. Heke heta demekê li ser bisekinin, di 4-5 mehan de bingeha kurdî dikare bê hînbûn. Herkesê ji dil dilxwaze hîn dibe. Axaftina bi kurdî helbest e. Dema tu li derekê bi kurdî diaxivî diyar dibe ku tu kî yî.”

MA / Delal Akyuz