STENBOL - Qeydên bi zaravayên kurmancî, soranî û kirmanckî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dê di 14'ê cotmehê de dest pê bikin. 

Komeleya Lêkolînên Kurdî, kursên xwe yên kurdî didomîne. Komele piştî qeydên havînê, dema qeydên heyama payizê eşkere kir. Qeydên ji bo dersên bi zaravayên kurmancî, soranî û kirmanckî dê di 14'ê cotmehê de dest pê bikin. Ders dê rû bi rû bin. 

Her wiha kesên bixwazin bi awayekî online beşdarî dersên komeleyê bibin, dikarin malpera komeleyê bişopînin. 

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslanê bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî û got ku ji bêşvebirina kurdî û pêşîgirtina polîtîkayên bişavtinê bang kir ku her kes tev li kursên wan bibe. 

ELEQEYEKE ZÊDE JI BO KURSAN

Alparslan, diyar kir ku eleqeyeke zêde ji bo kurdî heye û got ku ji bo heyama payizê li benda geleke kesan e. Alpasrlan, ragihand ku li gel perwerdheiya rû bi rû, eleqeya ji bo ya online jî zêde ye. Alparslan, ji bo qeydan ev tişt gotin: "Em li ser hesabê xwe yê medyaya sanal formekê belav dikin. Em formeke Google Docsê belav dikin. Kesên bixwazin dikarin bên komeleyê jî qeyda xwe çêbikin." 

BANGAWAZÎ

Alparslan anî ziman ku divê hemû kurd xwedî li zimanê xwe derkevin û got: "Zimanê me, nasnameya me ye. Madem em dibêjin 'Em kurd in, welatê me Kurdistan . Zimanê me kurdî û zaravyên me kurmancî, soranî, kirmanckî û kelhûrî ne' nexwe divê em li gor vê tevbigerin. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Werin bi zimanê xwe perwerde bibin. Çi dibe bila bibe divê em xwedî li zimanê xwe derkevin." 

Kesên dixwazin qeyda xwe çêbikin, dikarin bi rêya vê lînkê qeyda xwe ya ji bo kursên zaravayên kurdî çêbikin: komeleyakurdi.org/kr ile komeleyakurdi.org/tr 

MA / Ferdî Bayram