AMED - Şagirtên ku beşdarî kursên kurdî yên MED-DER’ê bûne diyar kirin ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê kurdî ketiye plana duyemîn û bal kişandin ser girîngiya parastina zimanê zikmakî. 

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi salane ji bo parastin û pêşvebirina çand, ziman û dîroka kurdî xebatên girîng bi rê ve dibe. MED-DER çar demsal bênavber xebatên xwe ziman dike. Her çiqas havîn be jî lê kursên wê vekirîne û kursên kurdî ji 11’ê tîrmehê ve didomin. Ev kursên dersên kurmancî û kurmanckî dê heta meha îlonê berdewam bikin. MED-DER’ê da zanîn ku nêzî 350 kes tev li kursên wan dibe. Du polen zarokan hene û 10 pol jî yên şagirtên mezin in. Her wiha perwerde hem rû bi rû hem jî online tê dayîn. 

Welatiyên ku beşdarî kursên MED-DER’ê bûne bal kişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê û destnîşan kirin ku ji bo parastina zimanê kurdî kurs û perwerdehî pirr girîng e. 

JI BO PÊŞXISTIN Û HÎNKIRINA KURDΠ

Nivîskar Burhan Babaoglû diyar kir ku wî pirtûk bi tirkî nivîsandine ji bo ji niha şûn ve bi berhem ango pirtûkên xwe bi kurdî binivisîne beşdarî kursê bûye û got: “Zimanê min hebûna min e. Heke ku Kurdistan zimanê xwe ji bîra bike wê hebûn û mirovatiya xwe jî ji bîr bike. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî tu demê kurdî nebûye zimanê jiyanê û bazarê. Divê em bi zimanê xwe bixwînin û binivisînin. Divê kurdî her zindî be. Her kesê dibêje ez kurd im, divê xwedî li zimanê xwe derkeve û belavî nav jiyanê bike. Em vê pêk bînin wê tu zext û polîtîkaya asîmîlasyonê nikaribe zimanê me tune bike. Divê hemû heval û hogirên me bi vê hişmendiyê beşdarî kursan bibin. Ez dixwazim werin kursê û xwe di warê ziman de li pêş bixin.” 

‘DIVÊ ZIMANÊ ME HER LI SER VÊ AXÊ HEBE’ 

Ji şagirtan Nejat Aslan jî anî ziman ku ew di axaftina bi kurdî de zehmetiyan dikişîne û wiha got: “Lewma zimanê me girîng e. Divê xwedî li ziman û çandê bê derketin. Divê ziman û çand li ser vê axê her hebe û berdewam bike. Ji bo ziman tune nebe, divê hemû kes xwedî lê derkeve û beşdarî kursên MED-DER’ê bibin.” 

SERANSERÎ DÎROKÊ ASÎMÎLASYON 

Rohat Çapin ê ku xwendekarê beşa hiqûqê ye jî beşdarî kursa kurdî bûye û destnîşan kir ku seranserî dîrokî polîtîkayên asîmîlasyonê li ser zimanê kurdî berdewam kiriye û got: “Perwerdehiya bi zimanê kurdî gelek girîng e. Ji bo ez xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkevim û dikaribim bê biaxivim û binivisînim, beşdarî kursê bûm. Kêmasiyên min hene, dixwazim van kêmasiyên min temam bibin. Divê mirov ziman û çanda xwe ji bîra neke. Ji ber vê yekê divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve.” 

‘DIVÊ HER KES ZIMANÊ XWE ZIKMAKÎ HÎN BIBE’ 

Nûrettîn Ezgî jî anî ziman ku piştî ew jî gund koçî bajêr kiriye zimanê xwe yê zikmakî ji bîra kiriye û wiha axivî: “Hema bêje min kurdî ji bîra kiribû. Min vê kêmasiyê gelek dereng ferq kir. Lewma ez hatim kursê û min xwest ez van kêmasiyên xwe temam bikim. Heke em kurd bin û em nikaribin bi zimanê xwe biaxivin, ev ji bo me pirsgirêkek gelek mezin e û ji bo pir derengî nekeve perwede pêwistiyek bû. Divê her kes kurdî hîn bibe. Li tu devera dinyayê ji bilî kurdan tu kes li kurdan zimanê xwe hîn nabe.” 

‘PARÇEYEK ASÎMÎLASYONÊ’ 

Elîf Çoban a xwendekara fakûlteya hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê jî anî ziman ku ji bo ew xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkve û di pîşeya xwe de karê xwe bi kurdî bi rê ve bibe beşdarî kursê bûye û wiha got: “Kurdiya min pir ne baş bû. Ev ji bo min pirsgirêkek gelek mezin bû. Ez li Amedê hiqûqê dixwînim û heke ez bi gelê re eleqedar bibim divê ez baş bi kurdî dizanibim. Dayik û bavên me bi kurdî diaxivin lê zarokên wan bi tirkî diaxivin. Ev parçeyek asîmîlasyonê ye. Divê em li ber vê rabin.” 

‘ZIMANÊ ME DI PLANA DUYEMÎN DE MAYE’ 

Fatîh Unal jî diyar kir ku kurdî di jiyana rojane de bûye plana duyemîn û got: “Ez dizanim bi kurdî biaxivim. Lê belê di warê nivîsandin û xwendinê de gelek kêmasiyên min hene. Ji ber ku li her derê bi tirkî tê axaftin zimanê me dikeve plana duyemîn. Ji bo ez van kêmasiyan temam bikim hatime kursê. Ji bo zimanê me winda nebe divê her kes li mala xwe, bi zarok û malbatên we re bi kurdî biaxivin.”