ZİMANÊ GUNDÎ Şevek bi qêr û hewar munîbîsek însan ji gund tên nexweşxwaneyê. Biqurifîn û bêhn girtî derîyê nexweşxwaneyê bi pihînan vedikin, hucumê xebatkaran dikin, her kesek bi alîyek ve ji bo ku tiştek peyda bike direve û bi alîyek ve jî dibêjin 'miiiiiiir, nexweşê me mir.

 

 

 

ZİMANÊ GUNDÎ

Şevek bi qêr û hewar munîbîsek însan ji gund tên nexweşxwaneyê. Biqurifîn û bêhn girtî derîyê nexweşxwaneyê bi pihînan vedikin, hucumê xebatkaran dikin, her kesek bi alîyek ve ji bo ku tiştek peyda bike direve û bi alîyek ve jî dibêjin 'miiiiiiir, nexweşê me mir.

Nexweşê me dimireeeeee, bijîşk li ku ye? sedyê bînin, perestar li ku nin? miiiiiir, nexweşê me mir...' Dengê wan di nav nexweşxwaneyê de olan dide, ji ber tev bi hev re diqêrîyan dengê wan nedihat famkirin, Ji bo lezgînîyê êrîşê xebatkaran dikirin, ' tilal nebiiiiiin, nexweşê me dimire'.

Di nîvê şevê de di nav nexweşxwaneyê de tevgerek dengbilin çê dibe. Bi lez û bez sedye tê, perestar tên, bijîşk ji mala xwe bi lez digihîjin, nexweşên razayî tev şîyar dibin.

Belê ka nexweş li ku ye? Di munibisê de nîn e. Li ku ye? Ew dibeje li ku ye, ya din dipirse li ku ye, her kes ji ya din dipirse lê kes nizane wan nexweşê jibîr kirîye, nexweş li gund mirîye ev jî zimanê Kurdî ye.