DESTPÊKA WATESAZÎYA (SEMANTÎKS) KURMANCΠDESTPÊK Watesazî beşeke zimannasîyê ye ku bi wateyê re eleqedar e û bi piranî bi du binbeşên wekî watesazîya peyvan (lexical semantics) û watesazîya rêzimanê (grammatical semantics) tê pênasekirin (Liddicoat and Curnow, 2004; r. 48).

DESTPÊKA WATESAZÎYA (SEMANTÎKS) KURMANCΠDESTPÊK

Watesazî beşeke zimannasîyê ye ku bi wateyê re eleqedar e û bi piranî bi du binbeşên wekî watesazîya peyvan (lexical semantics) û watesazîya rêzimanê (grammatical semantics) tê pênasekirin (Liddicoat and Curnow, 2004; r.48). Di pirtûka yekem[1] de mijara watesazîyê bi awayekî giştî hatibû şîrovekirin û binbeşên watesazîyê hatibûn analîzkirin û armanca vê gotarê jî nîşandayîna erka watesazîyê û hêza watesazîya kurmancî ye.

Di zimanzaniyê de, yek ji tiştên ku kêfa mirov tîne û heta mirov kelecanî dike dîtin û çavdêriya guherîna peyv, wateyên wan û zimên e. Ev guhertin dibe ku di herf, wate, hevoksazî an jî diteşenasiyê de be. Mirov dikare ji her zimanî gelek mînakan bide ku ev rewş jî ji bona zimanan parçeyek an taybetmendiyeke xwezayî ye. Ev ne kêmasiyek an jî qelsbûnek e.

Bo nimûne: peyva “nice”ê di zimanê îngilîzî de pêşiya 300-400 salî di wateyeke neyînî de wekî “kirêt, qirêj” dihat bikaranîn, lê niha di wateya “xweşikbûn, xweşî yan xweş”ê de tê bikaranîn. Niha ku em ji kesekê re bibejin “tu xweşik î, yan jî çavên te xweşik in” dê kêfa wê kesê bi van hevokan bê. Lê ev hevok pêşiya 300 salî di navbera wankesan de ku van hevokan ji bo hev bi kar anîne û ji hev bihîstine,bê guman bûye sedema gengeşî û şer.

Wekî tê dîtin, peyv jî wekî tiştekî zindî, diguhere. Yekeyên wateyê (the units of meaning) di zimanzaniya ferhengî (lexical semantics) de ferên ferhengî ne, yanî bandor li ser peyvê ye (Finegan, 1999; r.190). Bandora wateyê ji aliyê peyvê ve tê guhertin. Loma mirovek dikare hertim tûrikê xwe yê peyvan tije bike û her daîm peyvan û wateyên wan ên eslî û ewil û yên din hîn bibe. Lê hînbûna rêzimanê bi taybetî jî ya zimanê zikmakî ne bi vî şiklî ye, hînbûna rêzimanê di zarokbûnê de xwediyê roleke mezin e. Ji ber vê taybetmendiyê, hewce ye mirov ji bo rêzimanê, di dema zarokatiyê de, ji zarokan re, bo mînak, gelek çîrokan bixwîne da ku sîstema rêzimanê bi awayekî rast cihê xwe bigire. Heke zarok di nav hawirdoreke kurdîaxêv an jî zimênaxêv de be, dîsa jî dê zarok bi hêsanî li gorî rêgezên hevokên axaftinê, sîstema rêzimanê hîn bibe. Lê ev rewş ji bona bajarên ku zimanan wekî nîv-zimanî diaxivin wekîli hin cîyên Diyarbekirê ne rast e. Jêrxaneke berfireh a sîstema rêzimanê cihê xwe nagire û di axaftinê de mirov ji bona hilbijartina peyvan dudilî dimînin.

Wateya peyvan li gorî konteksta ku dê peyv bê bikaranîn tê guhertin û hewce ye peyv û kontekst di nav hevahengiyeke rast de bin. Gava ku em di vegotinê de, wateyeke nû li hevokekê bar dikin, êdî wate ne tiştekî statîk e, lê tiştekî aktîf e ku dikare wateyeke semantîkî ji hevokên berê bigire, biguherîne û wateyê derbasî hevoka nû ya di rêzê de bike (Lappin, 2001; r.381).  Mijar dibe ku çîrok, nivîsareke akademîk, helbesteke hestiyarî û hwd. be. Herwiha ev guhertina ku ji aliyê Lappinve hate behskirin di nav axaftinên jiyanê de bêhemdî ji aliyê gelek kesan ve tên bikaranîn.

  1. TÊKILIYA WATESAZÎ Û ZIMANÊ KURMANCÎ DI REWŞÊN CUR BI CUR DE


 

  • Bikaranîna çîrokan


Kêfa zarokan ji tiştên fantastîk re tê. Serbayêser, tiştên bi vî şiklî bala wan zêdetir dikişîne ku zarok heta êvarê dikarin li ber fîlmên karton rûnên û tiştên ku ji afirîneriya însanan hatine çêkirin, temaşe bikin.

  • Hîv ji penîrê spî û kesk çêbûye û zarokên hîvê bi xwarina penîrî her roj xwe têr dikin. (Mînakeke çîrokan ku dikare bala zarokan bikişîne)


 

  • Bikaranîna Helbestan










  • Ez û Dil, Êvarî (Arî, 1999; r.27)


li dû ewrekî bi bakur de derim
dem giran
hizr biyan
êvar e...
bîstek din jovan ezê vegerim
neçim û neyêm
ma çare?

te digot: dengbêj im, dilê min
ka bistrê!
bîhnek din hingorî ye
nuha şebaka xwe vekiriye
tu nebilînî
ma çare?

“Giranbûna demê, axaftina dilê mirovan bi xwediyê xwe re” metaforên ku helbestvanekî dikare bi kar bîne û ev jî ji bona hebesthezan, hêza helbestan nîşan dide.

  • Mînaka zimanê akademîk



  • Mînakek ji têzeke (Yıldırımçakar, 2016; 8)

  • Wergernasiya beriya sedsala bîstan- Pênaseyên Zimannasiyî


Mirov dikare wekî Peter Newmark jî dibêje ji wergernasiya beriya sedsala bîstan re bêje serdema beriya zimannasiyê jî. Beriya vê sedsalê, werger di peywenda ''rasterast'' (word for word- peyv bi peyv), ''serbest'' (sense for sense- wate bi wate) de dihate pênasekirin ku ev pênase ji Cicero (sedsala yekem BZ) û St Jerome (sedsala çarem PZ) dest pê kir . Bi gotina Cicero bixwe, wî heman şêwe û fikr parastin lê bi zimanê ku em bikar tînin îfade kirin, yanê serbest wergerand. Peyv bi peyv wernegerand; lê dîsa jî stîl û hêza zimên jî parast.12 Yek ji wergêrê navdar yê wê serdemê St. Jerome dema wê hîngê ji yewnanî bo latînî Peymana Kevn (old testament) wergerand dîsa Cicero şopand û ''ne peyv bi peyv lê wate bi wate wergerand.'' 13 Ev nîqaşa wergerê ya rasterast yan serbest bingeha Teoriya wergernasiyê avakir ku yek ji nîqaşên wergerê ya girîng e ku heta îro jî hatiye.

 

  • Mînakek ji gotareke akademîk (Ertekin, 2015; r. 28-38)


“Ziman parçeyek ji xwebûna mirovî ye û jê nayê veqetandin. Bi saya zimanî, mirov dikare zanîn, tecrûbe, fikr û ramanên xwe pêşkêşî mirovên din bike. Ziman û hizir pêkve girêdayî ne; mirov bi ziman dihizire û dijî. Peresîna zimanî girêdayî peresîna hizrê ye. Ramanên bingeha şaristaniyê bi saya zimên peşveçûnên mayînde peyda kirine. Perwerdehiya zimanê kurdî û bi zimanê kurdî perwerdehî mijarên girîng û sereke ne di nav akademiyayê de û ev mijar digel pêşçûnên dawî zêdetir di rojevê de cî digire. Ji aliyekî pirsên zimanê kurdî yên giştî û taybetî ji aliyekî jî pirsa perwerdeya kurdî kêşeyên acîl in û çareseriyê dixwazin. Em ê di vê nivîsa xwe de li dor rewşa zimanê kurdî, pirsa perwerdeya kurdî digel pêşniyaz û çareseriyên wê bisekinin û fikrên xwe parve bikin.”

Wekî baş tê zanîn her ziman xwediyê dewlemendiyeke xwe ya taybet e. Kurmancî jî ji vê rewşê ne kêm e. Di warê wateyê de mirov dikare rewşekê li gorî daxwaz û armancê, bi gelek şêweyên cuda îfade bike. Herwiha bandora hemû awayan jî ne wekî hev in.

  • Peyv û hevokên hemwate


Peyv û hevokên hemwate îfadeya wateya bi awayekî dewlemend didin, û mirov dikare bi rehetî gelek mînakan di Kurmancî de bibîne.

Mînak:

Ji bo îfadekirina “mirinê” mirov dikare bi gelek awayî xwe îfade bike û peyv, qalib û hevokên ku wateya mirinê didin wiha ne:

  • Ew mir.

  • Çû mala heq.

  • Çû mala xwe.

  • Filankes wefat kir.

  • Xwedê emanetê xwe bir.

  • Ber bi sibehî teslîm bû û çû.

  • Çû ser/ber dilovaniya xwe (Baran, 2012; 38).

  • Çû ser/ber dilovaniya Xwedê

  • Filankes îxtîyar bû, bi emrê Xwedê çû rehmetê.

  • Seydayê Tîrêj 23ê Adara 2002yan koça dawî kir.

  • Nexweş bû, emirê xwe bihurand / emirê xwe kir û çû.

  • roja xwe kir û çû / ket bin axê. (Ew jî bû ax, ew jî çû bin axê).

  • Min bi kêrê lê da û jiyana xwe ji dest da. (Denîz, 2008; r.73)

  • Min darek lê xist û ji ser hişê xwe çû, jiyan lê tarî bû. (Denîz, 2008; r.73).

  • Min jîyana wî bi dawî kir. (wekî ji aliyê kesekî hat kuştin.) (Denîz, 2008; r.73).

  • Filankes geber bû û herkes jê xelas bû. (ji bona ku kesekî ku zilmê li gelek kesî kiribe tê gotin.)

  • Cehemmî / cihemîye / cehimî çû. (=siqitî/seqitî/mirar bû, ev piranî ji bo kûçik, keran û ji bo însanên xerab jî pirî caran tê bikaranîn).


 

Mirov dikare li peyv û qalibên herêmî jî bigere û li lîsteyê zêde bike. Dema mirov van hevokan dinirxîne, cudahiya bikaranîna wan, xwe nîşanî mirov dide û helbet bandora ku di hişê mirovan de jî çêdike ji hev cuda ne. Bo mînak gotina “kesek rehmet kir/çû ser dilovaniya Xwedê” ji gotina “ew mir/jiyana xwe ji dest da” xweştir e. Ku em bibêjin “kesek cihemî û mir an jî geber bû” wateya ku em jê hez nakin, kêfa me ji wî/wê re nayê bi awayekî zelal tê dîtin. Peyvên wekî “Seqitîn/siqitîn, mirarbûn û temirîn” jî ji bona heywanan tên bikaranîn, lê ev ji bona însanên ku nayên hezkirin jî ji aliyê kesan ve bi îfadekirina hestên neyînî (nehezkirin, nelihevkirin) tên gotin. Mirov dikare heman wateya mirinê di îngilîzî de (die, decease, peg out, kick the bucket, go west, return to dust, breathe one’s last, finish, pass away, pay one’s debt to nature etc.) yan jî di tirkî de (ölmek, vefat etmek, gebermek, hakkın rahmetine kavuşmak, dünyaya gözlerini kapamak, hayatını teslim etmek, yaşamını noktalamak vb.) jî bi hêsanî bibîne.  Lê di hemû zimanan de, bandora her peyvê dê li ser microvan cuda be.

  • Hebûna konteksê


Carinan jî di îfadekirina hevokan de dibe ku du yan jî sê wateyên cuda hebin, derkevin an jî bibin sedema tevlîhavîyê. Lê hevokên ku li pêşî û paşiya hevokan tên tevlîhevîya wateyê zelal dike û alîkariya fêhhmkirina konteksê dike.

Mînak:

Gelo tu dikarî tasek ava cemidî bînî?            Li vir du wate hene.

  1. Gelo ev şiyan (şiyana anîna avê) bi te re heye ku tu vî karî bikî? Gelo tu dikarî vî karî bikî?

  2. Ez bi awayekî kubarî ji te tasek ava cemidî dixwazim.


Di vê hevokê de mirov nikare tespîta nîyeta axêvêr bike, pêwîst e ev hevok an jî daxwaza axêver bi awayekî din bê zimên ku wate zelal be. Di ragihandina peyamekê de,mirov dikare wateya hevokê bi bikaranîna rêzimanê jî îfade bike û axaftinê di wateya ku çi di hişê kesekî de derketiye holê, zelal bike. Bo mînak, bikaranîna hevokên erênî, neyînî û pirsan wateya hevokên semantîkê di sê şikilan de pêşkeşî me dikin. Wekî di her zimanî de tiştekî li ber çavan, ji bona ragihandineke herikbar pêk bê û mirov bikaribe agahiyan bigire, pirsîna pirsan gelek bi bandor e.

 

  1. Rewşa bandora hevok û îfadeya Kurmancî


Hin hevokên ku rewşa semantîkê bi awayekî vekirî pêşkeşî me bikin wiha ne:

  • Ava sar / ava qerisî / ava cemidî.


Dema ku mirov van peyvan dibihîse, di hişê mirovan de bandorên cuda çêdibin. Ava sar bi gelemperî wateya ava ku di nav sarincê de yan jî ava neşîregermî yan germ dide. Mirov dikare bibêje ku “ava sar” li hemû herêman jî tê bikaranîn û ji aliyê herkesî ve tê fêhmkirin. Bandora “ava qerisî” dibe ku sarbûneke xwezayî bide. Bi gelemperî, ava ku ji çiyayekê derdikeve (dizê) û ber bi jêr ve diherike û belkî ji ber ava berfêku bandora qerisîbûnê -ji lêkera qerisî- dide tê. Peyva qerisî li hemû herêman jî bi piranî nayê bikaranîn, mirov dikare vê peyvê bi piranî li derdora, Êlih, Mêrdîn û Serhedê bibihîze. Gava kesek îfadeya “ava cemidî” tîne zimên bandora kontrolbûna avê di hişê gelek kesan de çêdibe wekî av ne sar e û bi awayekî yan bi cemedê (bûz) yan jî bi bikaranîna sarincê germbûna avê tê kontrolkirin.

  • Bikaranîna Daçekan


Peyva “ser”ê mirovan dikare di wateya daçekî de wekî “ser tiştekî” jî bê bikaranîn.

Serê min diêşe.                                  Çima te ew pirtûk danî ser maseyê?

Bi saya peyva “ser”ê mirov dikare gelek peyvên daçekî jî bi kar bîne. Hinek peyvên daçekî ku ji peyva “ser”ê hatine çêkirin wiha ne:

  • Bi ser ....... re....

  • Bi ser ....... de...

  • Bi ser ........ ve .....

  • Di ser ...... de.....

  • Di ser ..... re ....

  • Ji ser ......

  • Li ser ....

  • Li ser ...... re

  • Li ser ..... ve


  • Peyvên hestîyarîyê


Peyva “kêfxweşiyê” wateya “hest” jî dide. Wekî ji peyvê jî tê dîtin, hinek peyv, wateya hestên ku dihewînin, bi saya bikaranîna wan îfade dikin û mirov niyet û fikira axêver, ji van peyvan fêhm dike.

 

Mînak:

Bi nasîna te, ez kêfxweş im.

Ji ber rewşa hewayê, ez xemgîn im.

Peyvên “kêfxweş” û “xemgîn” wateya hestên axêveran nîşan didin.

  • Peyvên bi agahîyên veşartî


Têkiliya “xwişk” û “xaltik/xaletê” ji têkiliya “keçikek” û “merivekê” zêdetir e.  Di navbera peyvên merivantiyê de mirov dikare derheqê zayendêde agahiyeke nêzikatiya merivantiyê jî bibîne. Xwişka mirov an jî xaltîka mirov wekî mirovên dereceya ewil û duduyan in. Asta nêzikatiya merivantiya wan dîyar e. Lê gava ku em bibêjin “Keçikekê ji min av xwest” an jî “Merivekê ji bo alîkariya te, dê sibê were mala we” di warê diyarbûnê (dîyarbûna nêzikatiya merivantiyê) de biberawirdkirina bi hevokên “xwişk” û “xaltîk”ê de kêmtir in.

  • Peyvên nîşandayîna referansekî


Em baş dizanin ku Ehmedê Xanî yekem kes e ku têgeha neteweperweriyê di berhemên xwe de bi kar anîye. Di vê hevokê de, bi awayekî zelal tê dîtin ku “Ehmedê Xanî” û “yekem kes” heman kes in. Ti şik (guman) di vî warî de tuneye û wateya hevokê zelal e. Peyva “yekem kes”ê rasterast qesta Ehmedê Xanî dike.

  • Hevokên du wate


Fatim bawer e ku ew keseke jêhatî ye.

Herwiha di vê hevokê de, ji bo cînavka “ew”ê nediyariyek heye. Kesên ku li vê hevokê binerin an jî bibihîzin bi zelalî nizanin ku gelo “ew” Fatim “bixwe” ye yan jî “keseke din” e.

Fatim bawer e ku ew keseke jêhatî ye.

 

Fatim keseke din e                 Fatim bawer e ku ew bixwe keseke jêhatî ye.

 

  • Cûdahîya hizirkirina kesan


Ku kesek ji we navê “çûkekê” yan jî “nebatekê” bipirse, hûnê wekî mînak çi bifikirin?

 

Mînakên Çûkan:

Kevok/kebok, hêlo/qertel, teyrê baz, beytik yan jî hechecik dê bê bîra we? Herkes dê cureyekî çûkeke cuda bifikire.

Mînakên Nebatan:

Cedas, Kulîqehvan, Xerdel, Andeko, Kaw, Bilbizêk, Xurêr, Qurinc, Nefel, Gangulok

 

Di mînakdayînê de, mirov bi gelemperî tiştên bêhtir dibîne, dibihîze yan jî dizane bi kar tîne, ev jî bivê nevê şêweya fikirîna mirov diyar dike. Gelek caran ev tişt bêhemdî pêk tên, ew paşxaneya ferhengî, li gorî hawirdor û derdoraku mirov tê de jiyaye û hêj jî dijî, çêdibe.

 

  • Watedarnebûna hevokê


Chomsky (1956; r.113) ji bona ku bikaribe cudahiya sentaks û semantîksê ji hev veqetîne vê hevokê çêdike. “Colourless green ideas sleep very furiously”. Wateya vê hevokê wiha ye: “Fikrên kesk û bêreng bi hêrs (xeyidîn, bêhteng) radikevin”. Tişta ku dixwaze nîşan bide ev e ku li vir nîşandayîna hevokeke ku di warê sentaksê de rast lê di warê watesaziyê de çewt e. Ligel rastbûna rêzimanê wateya hevokê tuneye. Bi vî şiklî mirov dikare gelek hevok biafirîne û cudahiya watesaziyê nîşan bide.

Wekî mînak:

“Pênûsa endezyara ku dikare balafiran bifirîne, herşev pirtûkan dinivîsîne.”

“Oksîjen bêreng û sor e.”

“Ewr carinanxemgîn û dilşad in carinan jî bê hest in.”

Her çiqas ev hevokên navborî di warê sentaksê de rêzbûna wan rast be jî, bê mane ne.

  • Agahîyên nedîyar


Hevjîna Evdo dirêj e.

            kin

         pîrabok

 

Ku hevjîna wî tunebe, ev hevok ne rast in û ne jî çewt in. Ji bona hebûna rastiyekê yan jî çewtiyekêhewce ye berî her tiştî Evdo xwedî hevjînekê be. Rastbûna tiştekî bi hebûn an jî nebûna hevjînê ve girêdayî ye.

  • Hilbijartina peyvên hemwate


Peyva “newxweş”, “nesax” û “bedhal”ê di heman wateyê de ne. Lê çima peyva “newxeş”ê bêhtir tê tercîhkirin? Carinan bilêvkirin û îfadekirina hinek peyvan, ji yên din hêsantir in ku ev jî sedemek e ku bi gelemperî dibe sedema belavbûyîna wan. Sedemeke din jî medya yeku gelek caran dibe sedema belavbûyîna peyvan. Berî televîzyonên kurmancî, piraniya kesan peyva “spas dikim”ê bi kar nedianî, ji dêvla wê “teşekkur dikim” yan jî “Xwedê ji te razî be” bêhtir dihat gotin. Lê bi saya medyayê, gelek peyv cihê xwe di nav zimên de girtin. Mînakeke din jî, ji bona peyva tirkî ya “dokunulmazlık”ê di televîzyonên cuda de du peyvên cuda bi kar tê, bo mînak; peyvên “destlênedayîn” û “parêzbendî”. Peyva “destlênedayîn”ê wekî wergera tirkî, peyva “parêzbendî”yê jî wekî ji koka dema niha ya “parastin”êû “bend”a ku tiştan asteng dike, hatiye çêkirin. Ji ber ku peyvên nû ne, hêj bi giştî nayên bikaranîn û ji bona tercîhkirinê li benda biryara gel in.

ENCAM

Ludwig Wittgenstein dibêje “wateya peyvekê bikaranîna wê ya di zimên de ye”. Wekî baş tê zanîn, her kes peyvan li gorî wateya ku dixwazin û li gorî konteksta hevoka xwe, bi kar tînin. Ji ber vê, her peyv di her hevokekê de xwedîyê wateyeke cuda ye. Ev wate hem bi hev ve û hem jî bi wateyên derveyî xwe ve girêdayî ne (Finch, 2003; r.147). Loma mirov dikare di nav hemû axaftinên rojane, sîyasî, çandî, akademîk an jî di nav berhemên çapkirî de mîna çîrok, helbest, pirtûkên dersê û hwd. de guhertina peyv û wateyê di peyv û rêzimanê de bibine. Mirov dikare di çîrok, gotinên pêşîyan û xebatên folklorîk ên kurmancî de gelek hêz û bandora rehetîya îfadeya watesazîyê bibîne ku kurmancî çiqasî bihêz e. herwiha gelek xebatên li ser mijarên taybet û hûrgilî ji bona fehmkirina watesazîyê pêwîst e ku hemû aliyên nehatine xebitîn bê dîtin.

ÇAVKANÎ

Arî, A. (2000) Ramûsan min Veşartin li Geliyekî, Weşanên Avestayê, Stenbol.

Baran, B. (2012) Rêzimana Kurmancî, Weşanên Belkiyê, Çapa Yekem, Stenbol.

Chomsky, N. (1956) "Three Models for the Description of Language". IRE Transactions on Information Theory journal. 2nd vol. 3rd no, p. 113–124.

Denîz, H.H. (2008) Rênîşanera Vegotina Kurdî (Kompozîsyon Pevkî û Nivîskî), Weşanên Doyê, Çapa 1ê (Yekê), Stenbol

Ertekin Z., (2015) “Li Tirkiyeyê Hin Astengên Li Pêş Perwerdehiya Kurdî û Pêşniyarên Çareseriyê”, Zanîngeha Bingölê, Kovara Enstîtuya Zimanên Zindî, Sal:1, Cîld:1, Hejmar:1, Bingöl.

Finch, G., (2003)How to study linguistics, Second edition, Palgrave Macmillan Press, Hampshire, UK

Finegan, E. (1999) Language and Its Structure and Use, Weşana Harcourt Brace College Publishers, USA.

Lappin, S. (2001), An Introduction to Formal Semantics (The Handbook of Linguistics) Edît. Mark Aronoff & Janie Rees-Miller. Weşanên Blackwellê. Oxford Îngilîstan, r. 369-393

Liddicoat, A.J. & Curnow, T. (2004) Language Descriptions -article, The Handbook of Linguistics (Edt. Alan Davies, Catherina Elder), Blackwell Publishing, USA.

YILDIRIMÇAKAR, Z (2016)

werger wek kirineke çandî -Li Ser Riyên Ji Wergernasiyê Ber Bi Kurdolojiyê Ve- Teza masterê, Zanîngeha Mardîn Artuklu, 2005.

[1] Berî vê pirtûkêwekî destpêk an jî pirtûka yekem a vê xebatê bi navê “Waneyên Zimannasiyê” bi edîtoriya Ümran Altınkılıç pirtûkek hat amadekirin û ji weşanxaneya Lîsê derçû.