NAVENDA NÛCEYAN: Salek derbas bû bêyî te. Hê jî bawer nakin em. Koça te ya dawî her çiqas bi dilê te li axa pîroz be jî nedîtina te gelekî diêşîne dilê me. Me hêj maçî nekiriye kêla li ber serê te. Me rû nedaye axa te yabo! Ez her dengê te dibihîzim, rûdena te dibînim li dora xwe... pic.twitter.com/2wuwbIFstl — Safiye Akdağ (@SAFYEAKDA) October 30, 2021 Di yekemîn salvegera koça te ya dawî de em te bibîrtînin û te jibîr nakin. DERWÊŞÊ AZADIYÊ APÊ OSMAN Ji Tora rengîn te ajda Şaxên xwe belavkir li her hêlên welat Te bê navber çil sal cehd kir Ji bo çengek ava azadiyê Te dîwarên zîndanan kevin kirin Qet ne westiyayî bi wî dilê ji pola Di şopa Hz. Birahîm de meşiyayî Ji kezeba xwe çend parî kirin gorî Ji bo azadiya doza xwe Tu bûyî derwêşê tekoşînê Di kar û xebatê de weke abidekî Bê navber bûyî fedayê gelê xwe... Faysal Ozdemir PÎRÊ JIYANÊ ( ji bo Apê Osman) Weke îro bû Me ew Agahiya bê yom bihîst delalo Giraniya hemû temenê te Weke bangêrekî kete ser bedena min Ez tepisîm weke merşikekî bi erdêve Bawerî çênebû ji min re Ku te Xatir xwestiye ji nav me... Her qermîçokekî eniya te Şoreşek bû li nav vê jiyana belengazî Her peyvek ji nav lêvên te Pirtûkek bû li nav giyana me Va salek çêbû em ji te dûr Em hêjî li benda hatina te ne Ey pîrê jiyana min... Faysal Özdemir