Çîroka koçkirina ji welêtê ye. Ev pirtûk  di nava çar salan de hatiye qedandin. Her sirgunek di nava xwe de trajediyek û şerê  navxweyîyek dihewîne.

Koçberî û Awirên Sarayê

Tu nikarî welatekî nû bibînî, qet negere

Tu deryayeke din jî nikarî bibînî.

Tu herî ku derê, ev bajar dê li pey te were,

Tu dîsa li heman kolanan bigerî

Û tu her çend li seranserê cîhanê bigerî jî

Di dawiyê de tu yê vegerî vî bajarî

Helbestvanê Yewnanî Konstantîn Kavafîs ku li Îskenderiyeyê ji dayik bûye, di helbesteke xwe de vê yekê dibêje. Ew trajediya kesekî ku ji ber sedemê siyasî, pêkhateya etnîkî an baweriya xwe ji welatê xwe koçber bûye, îfade dike. Lê li aliyê din jî dibêje, tu herî kuderê, bajarê te dê li pey te were.

Em dêna xwe bidin li ser gotinên  watedar ên vê helbestê, koçkirin û revîna ji welatê xwe çawa fêm bikin ku bajarên me li pey me tê? Bi heman awayî, em çawa dikarin diyar bikin ku em herin ku derê cardin emê vegerin bajarê xwe?

Ev çil sal in Rayedarên zaliman, civaka Kurd, weke malbat û şexsan, di çarçoveya hin polîtîkayan de bi qanûnên bicihkirina mecbûrî û cezayên sirgûnê ji axa xwe, welêt û çanda xwe dûr xistine. Ji bo ku ziman û çanda xwe ji bîr bikin, polîtîkayên zordariyê tim û daîm li ser Kurd kêm nekirine.

Bi vî awayî kismek ji gelê Kurd di deştên Anatolya ya Navîn de kuçkên xwe danîbûn. Kurd li Konya, Kirşehir, zozanên Cihanbeyli Haymana û navendên metropolan bi cîh bûbûn û ziman û çanda xwe di nava xwe de parastibûn. Dema ku fersend dîtin, ji wan deran derketin û vegeriyan bajarên xwe.

Ev polîtîka ji sala 1980’î ​​heta vir ve bi awayekî pir xurt û bi pergal tê meşandin.

Di derbeya leşkerî ya 1980 de bajarê Mereşê hat valakirin. Bi deh hezaran xelkê Kurd û şoreşgerên welatparêz bajar û warên xwe terikandin. Di salên 90'î de gund û bajarok bûn hedefa van polîtîkayan. Û dema piştî sala 2015’an, koçberî, revîn, sirgûn û penaberî û nav her çi be, wek dema  herî dirêj û dijwartir pêkhat. Û ev dem hê jî berdewam dike. Ji ber ku ev heyam bi dawî nebûye, encamên wê yên siyasî, civakî û derûnî jî têra xwe nebûye mijara nîqaş û nirxandinê.

Di vê heyamê de hikûmeta Enqereyê bi hewldanên awarte yên wekî têkçûna jiyana aborî, valakirina heremê, ji kar avêtinê û polîtîkayên qeyûman hewl dide ku van encaman bidestbixe. Ji ber vê yekê vî polîtîkaya xwe re girîngîyek mezin dide.

Siyaseta demokratîk a gelê Kurd jî li dijî vê siyaseta qirêj re helwesta xwe diyar dike. Ji her demê zêdetir hewl dide, ku kesên ku ji welatê xwe dûr ketinin, bi awayekî meyl û hestên wan, ziman û çanda wan ber bi welêtê xwe ve biherikin.

Ev rastî ye. Ji ber têkoşîna gelê Kurd, ev stratejiya koçkirinê her ku diçe girantir dibe. Siyaseta Kurd a têkoşîna azadiyê û israr kirina vîna azad ji bo tevahiya civakê girîng e. Heke ev têkoşîn nebûya, wê siyaseta koçberiyê di asteke ewqasî bilind de dernediket holê. Dikaribûn bi demê re, polîtîkayên xwe yên Tirkkirinê di nava pergala asîmîlasyonê de bidomandana. Ev rastiyek e ku helwest û sekna gelê Kurd û îradeya wî ya siyasî zorê dide hemû armancê kolonyalîstan.

Li vir helwesta gelê Kurd ku li gelek deverên cîhanê belav bûye, ziman, çand û nasnameya xwe ya netewî bi xwe re tîne, girîngiyê dide. Rûyê wî ber bi welatê xwe ye, dilê wî bi Kurdistanê re lêdide. Ev koçberî û revîn bi jiyan û sekna têkoşînê ya dilxwazî ​​û siyasî, bandorek erênî diafirîne ku dibe sedema pêşketina şoreşa demokratîk a ku li ser axa Kurdistanê pêş dikeve.

Weke ku berdewamiya helbesta Kavafîsê

Şaş nebe, hêviya paşerojeke din neke

Çi, li qeraxa behrê keştiyek li benda te ye

Çi jî rêyek din a ku tu hêvî dikî tune.

Te jiyana xwe çawa li bajarê xwe derbas kir

Ev tê wê wateyê ku te li seranserê cîhanê jî ûsa derbaskir

*

Awirên Sarayê, ku sernava vê mijarê ye, çîroka koçkirina ji welêtê ye. Ev pirtûk  di nava çar salan de hatiye qedandin. Her sirgunek di nava xwe de trajediyek û şerê  navxweyîyek dihewîne. Ji ber wê ne hêsan e. Weke kesekî ku di vê koçberiyê de ez jî têde bûm û jiyame, kanim bejim ku li ser serdemekê nivîsandime. Sara di vê çîrokê de rola hêmaya welêt, bajarê ku ez lê êşiyam û xebitîm dilîze û bo  kesên dur dikevin re bangek û dengeke, ku her tim dibêje “neçe, li vir bimîne”