Zimanê Kurdî bû 8emîn. Wîkîpediya diyar kir:Dema ku hemû zarava tê de bin,Zimanê Kurdî, di nav zimanên cîhanê de bi herî zêde peyv û têgehan di rêza 8’an de ye.

15 Gulan Cejna Zimanê Kurdî, Cejna Hebûna Kurd e.

Ku dil dilber be, lexwe dilber kî ye
Eger dilber dil be, navê dil çi ye
Ez dil û dilber tevlihev dibînim
Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye

-Baba Tahirê Uryan-

 n

Delal her di çimê mi qesrê to yê
Mîyanê her di çimanê mi cayê payê to yo
Ez tersena ke ti xafil game bierzê û
Bijangê mi bidejnê payanê to

                              -Açarnayışî, ji Asoya Helbesta Kurdî-

094Bed67 1Aec 4042 891E F0D5E8819588

Zimanê Kurdî bû 8emîn. Wîkîpediya diyar kir: Dema ku hemû zarava tê de bin, Zimanê Kurdî, di nav zimanên cîhanê de bi herî zêde peyv û têgehan di rêza 8’an de ye. Ev pêşketin bersiveke zanistî ya baş bû ji bo zîhniyetên kolonyal ên ku kurdî biçûk dixistin û tune hesibandin re.

Di lêkolînên zanistî de jî hebûna gelê Kurd derketiye holê, ku ew yek ji gelên herî kevn ên Mezopotamyayê ye. Antropologên ku  li Zagrosan jiyana şikeftan lêkolîn kirin, diyar dikin ku analîzên hestiyê yên civakên herî kevn ên neolîtîk dişibin mirovên îro li ser wan axan dijîn. Dîroknas, di pirtûkên xwe de vê yeke bi salane digotin û di kitêbên xwe de nivîsandîbûn. Li gor vê zanyariyan, bê guman, civaka Kurd, niştecihê herî kevnar a herêmê ye. Lê niha bi alîkariya zanist û teknolojiyê ev yek bi zanistî hatiye îsbatkirin.

Lê ti wateya van ji bo mêtingeriyên ku dixwazin gelan bike kolonî nîne. Ji ber ku derd û kulê wan, bi îstismarkirin, talankirin û desteserkirina dewlemendiya zimanê gel e, û gencîneya wan ên madî û manewî ne.

Kurdologa navdar Evgeniya Vasilyeva (1935-2023) Kolonyalîsta ku van rastiyan ji gelek aliyan ve tine kir, asîmîle kir û wek yên xwe dît, di pirtûka xwe ya bi navê 'Riya dirêj a malê' de zîniyetê wan ên qirêj û polîtîkayên wan ên kolonyalîst nivîsand.

Di pirtûkê de eşkere kir ku siyaset û pêkanînên kolonyal çawa nirxên wêjeyî, mirovî, çandî û zimanî yên gelê Kurd talan kirine.

7Ecf1E49 56D8 44F9 B27C 38Ede69Dd0Ea

Wiha dibêje: “Zarokên Kurdan, yên ku bêhejmar keda wan di çanda Rojhilat de kirine, bi kirasê Îranî, Tirk, Ereb û Ermenî ji deste Kurdan birine. Her zarokên kurdan ên winda, weke muzîkjen, helbestvan, nivîskar û generalên birûmet dîroka gelên din xemilandine."

Ew navên çend kurdên navdar ên ku dîroka gelên din xemilandine wiha rêz dike. Hin nav henin ku ez jî şaş mam:

Suhravendî: Di pirtûk û çavkaniyên kolonyalîstan de wekî Feylesofê Îslamî yê Îranî hatiye binavkirin.

İbn-i Sîna: Wan di dibistan û çavkaniyan de hînî me kirin ku ew alimekî Tirk e ku di sedsala 9an de li Îranê jiyaye.

Baba Tahirê Uryan: Serdestan ev helbestvanê sedsala 10-an, ku helbestên wî yên kurdî îro jî bala mirovan dikişîne, wekî helbestvanekî sûfî yê Îranî nivîsiye û mirov pê bawer kirine.

Fûzûlî: Fûzûlî yê ku di sedsala 14an de jiyaye, kirine helbestvanê Dîwana Osmanî ku li Bexda û Kerbelayê jiyaye.

Kurdolog, gelek kesayetên dîrokî yên Kurd wiha rêz dike: Nizamî, Nalî, Hallacı Mansur, Ebül Vefa, Abdulkadir Geylani, Mevlana Xalid, Rustemê Zal, Ebu Müslüm Horasani, (Kavalalı) Mehmet Alî Paşa ya ji Kawalayê...

Her wiha dibêje, Ereb, Fars an Tirk ku di sîstema perwerdehiya serdest re derbas bûnin û bibihîzin ku ev navên ku dîroka hinekan dixemilînin bi rastî Kurd in, dê ji ber van rastiyan matmayî bimînin. Û dibêje:

“Welatê ku hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan ava kiriye. Înkara Kurd ne tenê polîtîkayeke taybet a demên borî û hinekan e. Aqlê dewletê ûsa ye û her tim di meriyetê de ye."

*

Kurdên xwediyê vê dewlemendiya dîrokî, ne tenê di sedsala dawî de, hezar salin ji aliyê dewletên Ereb, Faris û Osmaniyan ve hatine talankirin. Tevî vê yekê jî, eger Kurd hê jî henin û ji bo bidestxistina azadî, maf û hiqûqa xwe li ber xwe dide, sedema bingehîn a vê jî hebûna dîrokî ya xurt e. Ya duyemîn jî bi saya berxwedana îradî, neteweyî û mirovî ne.

Kurd di sedsala 21. de îro cejna zimanê Kurdî pîroz dikin. Bi rastî jî kurd bi vê roja sembolîk, hem ziman û hem jî hebûna xwe pîroz dikin.

B376255D 3C6F 435F 929B E99Bb3121F71

Loma jî dibêjin “Ziman hebûna me ye!”

Rastiyên dîrokî, zû yan dereng dê xwediyên xwe bibînin.

Roja zimanê kurdî pîroz be.

Roşanê ziwanê Kurd firaz(Pîroz/ bimbarek) bo!..

15 Gulan 2025 / Bern