DENGBÊJÎ Dengbêjî kevneşopiyeke gelekî girîng ji bo

                              DENGBÊJÎ


Dengbêjî kevneşopiyeke gelekî girîng ji bo Çanda Kurd e û ji hunera xwendina kilamên gel ên Kurd re tê gotin. Li dîrokê da Kurd tim mecbûr man ku çanda xwe bi "deng" yan jî "gotinan" bi cîh bînin. Kurd li her demê li welatê xwe da hatine bindest kirin û mîna ecnebî hatine xwuya kirin. Ji ber vî yekê "nivîs" û "pirtûk" li nav Kurdan da zaf kêm e û hîna îro jî pir Kurd nîvîs û xwendinê nizanin.


Dengbêj mirovên gerok bûn. Pir dereng nîne,  dibe ku hîna çend salan pêşta, dengbêjên bi nav û deng gund bi gund, bajar bi bajar digeriyan û li kûçan, li ser bêderan, li koşkên axan û began, li konên reş yên koçber û bertiyan, hemû mirov li dor xwe kom dikirin, ji wan ra çîrokên û kilamên li ser dilan, şer û mêrtiyê digotin. Bi vî avayî li gundekî demekî kurt disekiniyan û hinek bibe jî jiyana reş yê mirovan şa dikirin.Dengbêj


Meriv kare dengbêjan bike du bes: çirokbêj bi giranî çirokan dibêjin û beytbêj jî helbestan dixwîne. Herwiha, li Kurdistana rojhilat ji dengbêjan re lavjebêj tê gotin û cend dengbêjênherî nas ji Qafqasyayê (Ermenistanê) ne. Carina dengbêj kilam û cîrokên xwe bi alîkariya dûdûk/qernetê, tembûr û enstrumanên din didin xwendin.


Li hêla din da çand û zimanê Kurdî di hêla dengbêjiyê da, yanê di hêla gotin, kilam, stran û çîrokan da pir dewlemend bûye. Zimanê Kurdî bi gotinên dengbêjên hêja hettanî roja îro hatîye û wunda nebîye. Gava ku em îro hîna Kurdî qise dikin, va kerrî pirrî ji saya dengbêjan e.


Kilamên li ser Filîtê Quto, Lawikê Metînî, Memê Alan, Evdalê Zeynikê, Derwêşê Evdî, Bavê Feqrîyo, Bavê Bexçet, Xalê Cemîl, Geliyê Zîlan, Şerê Ûriz, Xezalê, Têlî nav Kurdan gelek bi nav û deng in.



Mijarên sereke yên dengbêjiyê


Rayek  û pêkhatina gelê Kurd, serhildan û azadî hin mijarên herî girîng ên kilamên dengbêjiyê ne. Tê bawerkirin ku Kurd xwe di demên berî zayinê de li çiyayên Zagrosê bi cih kirine û piştre rojhilata navîn ji xwe re kirine welat. Îro gelek texmîn û çîrokên populer di derbarê vê yekê hene ku Kurd neviyên sumeran, mediyan yan jî Ûrartiyan in. Li hemberî vê yekê efsaneyên dîrokî yên sedan salî hene ku wergeriyane kevneşopan û bûne beşeke çandî ya Kurdan. Helbestvanê Faris Fîrdewsî (940 - 1020) di berhema xwe ya bi navê Sahname de behsa çîroka Hesînkar Kawa dike, yê ku li dijî Dehaqê zalim serî rakiriye. Heman çîrok ji aliyê dîroknasê Kurd Şerefxan di sala 1597'an de hate nivîsandin û ev berhem wek çavkaniya herî bedew a dîroka gelê kurd tê hesibandin. Li gorî Şerefxan, gelê Kurd neviyên keç û xortan in, ên ku ji Dehaqê zalim hatin xilaskirin. Pişre Kawayê hesînkar serhildaneke serkeftî li dijî Dehaq pêk anî û Dehaqê kuşt. Ev efsaneya Newrozê şera di nava hêlên baş/rind û xirab dike sermijar û bi vî havî serhildan Kurdan û daxwaziya wan a azadiyê tîne ziman.


Di dema nujên de dengbêjî


Dengbêjan li hemberî hemû astengî û hewldanên asîmîlasyonê di parastina çanda xwe de biserketine û beşeke girîng a muzîk û çanda kurdî gihandine dema me. Bi saya wan e kilamên dengbêjiyê- hê jî - wek dîrokek zindî - rastî ecibandina gihdarvanan tên. Ewqas ku kilamên dengbêjiyê ji hunermendên ciwan re dibin çavkanî û îlhameke girîng.