Peykerê Dr. Îsmaîl Bişikcî li bexçeya Zankoya Dihokê hate danîn.

 

 

 

DIHOK- ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ; Peykerê Dr. Îsmaîl Bişikcî li bexçeya Zankoya Dihokê hate danîn. Zankoya Dihokê bi tevî mamoste û xwendevanan îro perdeya li ser peykerê Dr. Îsmaîl Bişikcî rakir. Peyker ji alîyê Şîraz Azîz ve ji bronzê hatîye çêkirin. Rektorê zankoyê Prof Dr. Mislih Dihokî di kurte axaftina xwe de got: Mamoste Beşikcî zanyarek pirr girîng û parastvanekî hêja yê miletê kurd e û ew peyker dê vira her mayînde be.

Görüntünün olası içeriği: 4 kişi, gülümseyen insanlar, oturan insanlar ve iç mekan

Dr. Îsmaîl Bişikcî di kurteaxavtina xwe de got: Zanko pirr girîng in, zanko ji bo Kurdistanê jî pir girîng in, zanko navende hilberîna zanistê ne, pêşxistin û hilberîna zanistê ji bo miletê Kurdistanê pirr girîng e. Zankoya Dihokê jî xebatin pirr girîng dike. Li ser kurdan jenosîdên pirr mezin çêbûne bi taybetî di pêvajoya salên 1980an de ji bo ku di têkilîyên navdewletî û raya giştiya dewletên herêmî de ev karesat bêne naskirin, divê zankoyên Kurdistanê hîn bêtir bixebitin.

Görüntünün olası içeriği: 2 kişi, gülümseyen insanlar, oturan insanlar ve takım elbise

Pistî rakirina perdeya li ser peykerê Beşikcî, serdanek ji bo rektoriya Zankoya Dihokê hate kirin. Ji wê şûn ve jî konferansa navdewletî ya li ser jenosîdkirina Kurdan (14-15yê Nîsanê) di hola Navenda Dr. Îsmail Beşilcî li Zankoya Dihokê dest pê kir. Ji konferansê şûn ve, hevdîtinek digel parêzerê Dihokê hate kirin û berêz parêzer Berêz Ferhat Etroşî soza xwe ya ji bo çêkirina Navenda Kulturî ya Beşikcî li Dihokê dubare kir û memnûniyetîya xwe ya ji bo vê hevdîtinê anî ziman.

Görüntünün olası içeriği: 8 kişi, gülümseyen insanlar, ayakta duran insanlar ve ayakkabılar

gaziantep escort gaziantep escort gaziantep escort